'Saet xweş' di dil û mejiyê mirovan de timî deng vedide

Arhat Ba, ku dîmenê xistina helîkoptera Kobra kişand û bi gotina 'Saet xweş' cihê xwe di hiş û mejiyê mirovan de girt, di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de tê bîranîn.

Gerîla û nûçegihanê şer Arhat Ba (Şakîr Ek), ku bi dîmenên xwe têkoşîna gerîla ji cîhanê re radigihand, heta kêliya dawî bi erk û berpirsyariya xwe rabû. Îro bi dehan nûçegihanên şer ên li çiyayên Kurdistanê bi ala Arhat têdikoşin.

Arhat li gundê Girhabeş ê navçeya Bismil a Amedê ji dayik bû û li wir mezin bû. Piştî ku dibistana navîn û lîse qedand, sala 2011'an ji bo xwendina zanîngehê berê xwe da metropolên Tirkiyeyê. Ji bo xwendina felsefeyê çû Zanîngeha Hacettepeyê. Lê qet ne li bendê bû ku dersa felsefeyê ya xwe dispêre jiberkirinê bibîne. Bi xewn û xeyalên mezin çûbû Hacettepeyê, lê hê di dersên destpêkê de ev xeyalên wî şikestin. Namzetekî zanyariyê bû, ku dixwest gerdûnê, xwezayê, mirovan û jiyanê fêhm bike. Hê di destpêka vê rêwîtiya xwe de dît ku dibistan lê bixwîne û dersên bibîne wê li pêşiya lêgerînên wî bibin asteng. Ji ber vê yekê lêgerîna wî ya li rêwîtiya zanyariyê, rastiyê û bêdawîbûnê zêde bû. Li PKK û Kurdistanê fikirî. Her ku cîhana wî ya lêpirsînê kûr bû, gihîşt wê baweriyê ku cihê herî baş ê zimanê gerdûnê, xwezayê, mirovan û jiyanê hîn bibe çiyayên Kurdistanê ye. Û dest bi vê rêwîtiyê kir. Dudilî pê re nebû. 22'ê Nîsana 2012'an ji Enqereyê derkret û dest bi rêwîtiya li ser şopa rastiyê kir. Bi qasî 5 salên xwe da vê rêyê. Pênc salên bi têra xwe dagirtî.

TEVLÎ ÇAPEMENIYA GERÎLA BÛ

Arhat, ji sala 2015'an û pê ve tevlî karê çapemeniya gerîla bû. Piştî ku li dibistana çapemeniyê ya Şehîd Denîz Firat a li Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê perwerde dît, li qadên gerîla dest bi nûçegihaniya şer kir. Kevneşopiya çapemeniya azad a ji Halîl Dag wergirtî, li çiyê bi rengekî çalak bi cih anî. Di zivistan, sar û sermayê, baran û heriyê, di nava şert û mercên herî zehmet de li nava çeperên gerîla geriya û her kêliya gerîla, hest, kelecan û hêrsa gerîla kişand kamerayê. Hezkirin û eşqa xwe ya gerîla bi coşeke mezin bi kameraya xwe dikişand. Bi taybetî, şerê li Kurdistanê yê piştî êrîşên dewleta Tirk ên 24'ê Tîrmehê rû da, kêlî bi kêlî şopand, çalakiyên gerîla û kêliyên şer kişand kamerayê. Bû yek ji wan kesan ku ruhê pêngava serdema nû ya gerîlayên Kurdistanê ji cîhana derve re ragihand.

'SAET XWEŞ' DI HIŞ Û MEJIYÊ MIROVAN DE CIH GIRT

Bû yek ji wan kesan ku rêbaz û taktîka gerîla ya di şer de kir belge. Çalakiyên li xeta Çelê û Qilabanê yekser şopand û kêliyên çalakiyê kişand. 13'ê Gulana 2016'an, dîmenê helîkoptera bi tîpa Kobra kişand ku ji aliyê gerîla ve li navçeya Çelê ya Colemêrgê hate xistin. Û ev yek bi cîhanê da temaşekirin. Dirûşma 'saet xweş' ku di dema xistina helîkopterê de qîriya, nîşan da ku ruhê serdema nû çawa ye.

Wekî din, di çalakiya li dijî konvoya leşkerî ya li ser rêya Xabûra duyemîn a li navçeya Qilabanê ya Şirnexê û çalakiya li dijî qereqola Tepê Yekmal de ew bi çek û kameraya xwe amade bû. 10'ê Tebaxa 2016'an, di vê çalakiya mezin de piştî dîmenê ku dawî kişand tevî 3 hevalên xwe şehîd bû.

JI HER ALÎ VE ENDAMEKÎ PKK'Ê BÛ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan dema Arhat bi bîr anî wiha got: "Hevalê Arhat ji her alî ve xwe fedayî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê kir. Li hemberî dijmin gelekî bi hêrs bû û timî dixwest li qadên herî germ ê şer cih bigire. Ji her alî ve zîrek û karker bû. Hem gerîlayekî baş bû, hem fermandarek, hem jî xebatkarekî baş ê çapemeniyê bû. Bi kesayetî, bi kar û jiyana xwe ew endamekî PKK'ê bû. Di destekî wî de kamera, di destê din de çek. Bi vê sekna xwe bawerî dida mirovan. Bi sala 2005'an re ji destpêkirina şer û vir ve AKP'ê bi derewan hejmara kuştiyên xwe veşart. Lê belê dîmenên çalakiyan ku Arhat kişand, nîşan da ku ev derew nikarin bên nixumandin. Bi saya hevalên bi vî rengî yên hêja, têkoşîna me destketiyên nû bi dest xist û gavên mezin avêt. Mîna Halîl, Cesûr, Arjîn, Denîz û Nûjiyan li hemberî dijmin bi rengekî pir alî şer kirin û dilsoziya xwe ya bi tevgera me re nîşan dan. Li ser şopa kevneşopî û şehîdên çapemeniya çiyê meşiya. Di demekê de ku şer bi rêya medyayê tê meşandin, hevalê Arhat bi nûçegihaniya xwe ya şer bû bersiva herî mezin."

GELEKÎ DILSOZÊ WELATÊ XWE BÛ

Ji hevalên gerîla yên Arhat Milîtan Efrîn jî wiha qala Arhat dike: "Hevalê Arhat dema hat çiyê, ewilî hate cem me. Gerîlaya jin a destpêkê ku ew çav lê ket, ez bûm. Gelekî bi kelecan bû ku gerîlayeke jin nas dike. Timî li ser jiyana gerîla pirs dikir. Têkildarî jiyana me gelekî bi meraq bû. Welê bi kelecan bû, ku wê şevê qet nedixwest razê. Gelekî bi rêzdarî nêzî hevalên jin dibû û gelekî ji wan hez dikir. Bi kûrahî nêzî hevalên jin dibû. Dilsozê xeta azadiya jinê ya Rêber Apo bû. Gelekî dilsozê nirx û welatê xwe bû. Bi taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê hez dikir. Ji hevalên Rojhilatî gelek tişt têkildarî Rojihlat hîn bû bû. Çand, stran û govenda Rojhilat dizanî bû. Timî digot wê rojekê biçe Rojhilat. Di çalakiya xistina Kobrayê de min ji dengê wî ew nas kir. Û gelekî kêfxweş bûm."

TIMÎ EWILÎ EW PÊ DIHESIYA

Sara Tolhildan ku tevî Arhat li Heftanînê karê karê çapemeniyê kir, wiha axivî: "Hevalê Arhat sala 2015'an hat Heftanînê û em bi hev re xebitîn. Gelekî bi baldarî nêzî jiyanê û derdorê dibû. Ew beriya her kesî bi aliyê nepen ê jiyanê dihesiya. Rûkeniya herî bedew a gerîla, aliyê nepen ê çiya didît û dikişand kamera xwe. Herî baş ew bi detayan dihesiya. Dema ku em bi hev re çûn cem hevalan ji bo bixebitin, yek bi yek bi hemûyan re sohbet dikir. Hez dikir ku bikeve cîhana hevalan. Bi coş û kelecan bû û bi vî rengî bandor li hevalan dikir. Bi hesasiyeteke mezin karê xwe dikir. Ji dil karê çapemeniyê dikir. Çavkaniya vê yekê jî dilsoziya wî ya bi tevgerê re bû. Dengê wî yê di dîmenê xistina helîkopterê de em hemû xistin nava kelecanê. Baweriya ji dengê wî dihate hîs kirin, hêz dida me hemûyan. Ji xwe piştî wî dîmenî em hê bi xurtî xebitîn. Di dengê wî de wêrekî û baweriya gerîla hebû. Hem di nava me de hem jî di nava gelê me de rê li ber bandoreke mezin vekir. Îro li çiyê bi dehan Arhat hene."