Sabrî Ok: Erdogan li ber sînorê mirinê ye û êrîş dike

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok ji bo Erdogan got, ''faşîstê sedsalê'' û diyar kir Erdogan ''li ber sînorê mirinê'' êrîşê tîne ser Rojava. Li gorî Ok temenê Erdogan çend heftî, çend meh mane.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok Sêşemê di Stêrk TV de ji bernameya Rojeva Welat re axivî. Ok êrîşên dagirker ên Tirk ên ji 9'ê Cotmehê û vir ve yên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê nirxand.

Ok ji bo Serokkomarê Tirk Erdogan got, ''faşîstê vê sedsalê ye'' û got êrîşên li ser Rojava nayê maneya xurtbûna Erdogan.

Ok got, ''Erdogan li sînorê mirinê van êrîşan tîne (...)Temenê Erdogan çend heftî, çend meh mane''.

Ok got ti tiştî bi dest gelên Tirkiyê ve nayîne û domand, ''Berevajî civak kete talokeyê, ekonomî, siyaset kete talokeyê. Erdogan nikare ji bin van hemûyan rabe. Bi vî halî jî li bara Rûsya û DYE li Sûriyê wê nikaribe bibe xwedî rolekê. Erdogan bi esasî winda kir.''

Ok got bi êrîşên dagirker re gelê Kurd ''cara pêşî dibîbin ku divê Kurd yek bin'' û domand, ''Dîtin ku parçebûn û siyaseta li gorî xwe rêvebirinê bêencam e û dîtin ku armanca esasî ya dewleta Tirk ev e.''

ŞEREKÎ WIHA YÊ BÊEXLAQ E KU TI PÎVANÊ NAS NAKE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok got, ''Îro li Rojava şerekî dagirkeriyê yê wiha tê rêvebirin ku ti pîvanê exlaqî nayê naskirin. Şerê di navbeyna gelê Kurd, gelên bakur û rojhilatê Sûriyê û dewleta Tirk de hema bibêje ev 8 sal in didome. Çi dema ku DAÎŞ dibe rojeva cîhanê, bi fermana Erdogan ev çete berê xwe didine herêmên Kurdan. Li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê Kurd û gelên herêmê ji bo azadî û rûmeta xwe û ji bo berevaniya hebûna li ber xwe dan. Ev şer her wiha şerekî li dijî dewleta Tirk bû. Ji ber ku Erdogan di nav vî şerî de bû. Ji ber vê, ne tenê îro ev 8 sal in li di navbeyan gelên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewleta Tirk, AKP û Erdogan de tê rêvebirin.''

ÇETEYÊN ERDOGAN LI TIRKIYÊ RÊXISTINIYA WAN HATE KIRIN, ÇEKDARKIRIN

Ok bi domdarî got, ''Heke Bakurê Kurdistane nebûya Erdogan û dewleta Tirk wê ev çend bala xwe nedana ser Rojava. Diviya ku neketana nav şerekî wiha. Hişmendiya faşîst a Erdogan mafê jiyanê yê Kurdan nas nake. Çavê wî lê bar nabe ku Kurd bi nasnameya xwe bi azadî bijîn. Tirsa wî ya mezin ew e ku li Rojava hebûna Kurd a azad û bi nasnameya xwe bû, ku cîranê Tirkiyê be. Heke gel xwedî jiyaneke azad û demokratîk bin ev ê bandorê li bakur û Tirkiyê jî bike. Erdogan ji vê tirsiya. Ji ber vê jî ji Kobanê û vir ve bala xwe ser Rojava û Sûriyê. Gelê Kurd dema ku li dijî çeteyên DAÎŞ, Nûsra û çeteyên din têkoşiya Erdogan û dewleta Tirk destek da va çeteyan. Ev bi belge ne.''

HIŞMENDIYA DEWLETA TIRK JI NIRXÊN MIROVÎ RE NE VEKIRIYE

Ok bi berdewamî diyar kir, ''Hişmendiya Erdogan û dewleta Tirk, exlaqê wan, paradîgma û îdeojiyan wan ti caran ji nirxên mirovahiyê û demokrasiyê re nevekiriye. Nexasim dema ku mijar Kurd bin qiyamet jî rabe dixwazin pêşî li wan bigirin. Ji ber vê hewl da ku pergala demokratî a gelên bakur û rojhilatê Sûriyê asteng bike. Lê dîsa jî pergalek ava bû.''

ÎDEOLOJIYA RASTÎ YA ERDOGAN ÎDEOLOJIYA DAÎŞ'Ê YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok têkilî îdeolojiya Erdogan jî got, ''Îdeolojiya rasteqîna Erdogan îdeolojiya DAÎŞ'ê ye. Ji ber vê ev li dijî îdeolojiya jiyana hevpar a gelan bû. Birînda wî ya mezin bihevrebûna demokratîk û azad a gelan e. Niha li ber çavê hemû cîhanê dixwaze nirxên mirovahiyê, sincê binpê bike û dixwaze cografyaya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. ''

FAŞÎSTÊ SEDSALÊ

Ok Hîtler û Erdogan da ber hev û got, ''Hemû cîhan li dijî Hîtler bû yek û ew têk birin. Erdogan faşîstê vê sedsalê ye. Tiştekî wiha tine. Di dîroka dewleta Tirk de jî tiştekî wiha tine. Gelek partî û desthilatên dewleta Tirk çêbûn. Erdogan li aliyê xwe mînakek e. Yekî wiha di dîroka dewleta Tirk de tine. Erdogan faşîst û dîktatorek e. Endamtiya NATO'yê pir bi kirêtî û bi bêexlaqî bi kar anî. Baş e NATO çendî di nav vî karî de ye, DYE çendî di nav vî karî de ye? Divê ev zelal bibe û were fêhmkirin. Hin tişt her roja ku diçin zelaltir dibin û wê bêhtir zelal bibin.

HEKE ROJAVA WINDA BIKE, WÊ BERÊ XWE BIDIN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Ok bi domdarî got, ''Sedema êrîşên dewleta Tirk û Erdogan têra xwe zelal e. Dewleta Tirk ji ber hebûna PKK'ê tehemûla Başûrî Kurdistanê dike. Lê heje Rojava têk biçe wê statûya Başûrê Kurdistanê jî li holê nemîne. Dema pêvajoya referandûma Başûrê Kurdistanê helwesta wî bi zelalî diyar bû. Heman aqil, heman hişmendî û dîktator e. Heke Rojava têk biçe bi mîsogerî wê nesekine. Ji Dêrikê heta bi Başûrê Kurdistanê wê biçe. Erdogan di pêvajoya desthilatdariya xwe de tasfiyekirina vîna hemû Kurdan ji xwe re kiriye armanc.''

ERDOGAN LI SÎNORÊ MIRINÊ VAN ÊRÎŞAN TÎNE

Ok bi domdarî got, ''Baş e, Erdogan ji bo ku pir xurt e û xwedî vîn e vê dike? Na. Em îdîa dikin, Erdogan li sînorê mirinê van êrîşan tîne. Di dema pêş de wê were dîtin ku ev êrîş çawa lê vedigerin. Bi van pirsgirêkan wê nikaribe desthilata xwe biparêze. Jixwe ji hêla siyasî ve fetisîbû. Tiştekî ku ji civaka Tirk rer bibêje nemabû. Tenê argumana terorê dixebitand. Ji ber vê fatoreya vê li wî wê giran be. Mirovahiya cîhanê vê qebûl nake. Kurd qebûl nakin. Gelê Tirkiyê qebûl nake, temenê Erdogan bi çend heftî, nebû bi çend mehan sînordar e.''

Ok her wiha got, 'Erdogan bêyî DYE û Rûsyayê li Sûriyê nikare tiştekî bike. Divê gelên Tirkiyê bidin ber pirsan bê ka bi van êrîşan re çi bi dest xistiye, çi ketiye metbex wan, çi rûmet bi dest wan ketiye. Ti tişt bi dest nexistin. Berevajî civak kete talokeyê, aborî û siyaset kete talokeyê. Erdogan nikare ji bin van hemûyan rabe. Bi vî halî li bara Rûsya û DYE li Sûriyê nikare bibe xwedî role. Erdogan bi esasî têk çû.

Niha hine kes van êrîan li ber Tirkiyê mîna kemînekê bi nav dikin. Divê mirov guh bide vê. Kesek wê hemû derfetên xwe li ber Erdogan nedeyne û nebêje were li ser dahatuya Sûriyê bibe xwedî gotin.''

ENCAM ÇI DIBE BILA BIBE WÊ GELÊ KURD BI SER BIKEVE

Ok bal kişande ser berxwedana li dijî êrîşên dagirkerî û got, ''Di vî şerî de mezintirîn hêza me, em xwedî îdîa ne, biryardar in, mafdar in û xwe dispêrin gel. Hêleke dî ya girîng wijdanê mirovahiyê li gel me ye. Hemû cîhan bi me re ye. Gelê Kurd heta dawiyê wê li ber xwe bide. Encam çi dibe bila bibe rûmeta mirovahiyê û gelê Kurd wê bi ser bikeve.''

Ok her wiha got, ''Şaş e ku mirov ji hêzên global li hêviya exlaq û pîvnaê be. Ev li gorî berjewendiya xwe tevdigerin. Li dijî DAÎŞ'ê ji bo berjewendiyên xwe bi DYE û koalîsyonê re tifaq danîn. Tifaqa bi wan re jî ji ber divêtiyê bû. Ev ne tercîh bû. Mijareke dî ye ku divê lê were pirsîn bê ka DAÎŞ çawa derkete holê, çawa rêxistiniya wê hate kirin, kê ev kir, çawa kirin bela serê Kurdan, nexasim bela serê Êzîdiyan û tevahiya mirovahiyê.''

NE BI DESTEKA HEWAYÎ BE NIKARIN ŞER BIIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bi berdewamî got, ''Heke koalîsyon û DYEe li dijî Erdogan bisekiniyana Erdogan wê nikaribûya van êrîşan bîne. Lê bi rengekî zelal dibêjin ew ê li dijî êrîşên Erdogan nesekinin. Lê dîsa jî dikarîbûn qada hewayî li dewleta Tirk bigirtana. Heke wiha  bibûya wê rewş cuda bûye. Wê demê bi ti rengî artêşa Tirk û çeteyên wan wê nikarîbûna li dijî QSD, YPG û YPJ'ê şer bikirana. Ev ne pêkan bû. Qada hewayî negirtin. Gelo planên Trûmp û Pûtîn li ser Erdogan hene, yek dixwaze li dijî yê din bi kar bîne, an plan hevpar e, li ser vê hin fikrên me hne. Lê rojên pêş me divê mirov zêdetir hewl bide ku vê fêhm bike.''

KOALÎSYON BI ROLEKE HILWEŞÎNER RABÛ

Ok bal kişande ser rola koalîsyonê û got, ''DYE, koalîsyon bi roleke pir hilweşîner rabû. Ne ku rêveberiya xweser ev ferq nedikir. McGurkt û hin leşkeran, hin generalên malnişîn, rewşenbîr û akademîsyen li dijî van tiştên ku dihatin kirin îtîraz kirin. Wan rastiya gelê Kurd, dirûstiya wan dîtin. Gelê Kurd çi gotibe ew kir. DYE guh bidaya vê jî diviya helwesta xwe diyar bikira. Lê bi bêexlaqî û ji ber siyaset berjewendiyê DYE ev nekir. Niha xwedêgiravî behsa guşarên aborî tê kirin. Em nizanin bê wê çi bikin. Belkî bi rastî jî hewl dan ku pêşî li şer bigirin lê bi ser neketin. Helwesta Rûsyayê girîng e. Heke Rûsya û Sûriyê bixwestana çareseriya pirsgirêkan wê rehet bûna. Derfeta vê hebû. Lê ber bi vê ve nehatin. Lê wiha xuya dike, li Enqerê di civînê de ya bi çarçoweya Estana ev biryara êrîşê hate standin. DYE û koalîsyon li ser vê mijarê jî hate agahdarkirin.

Diyar e ku êrîşan dispêrin ser peymana Edene. Bi vî rengî dixwazin êrîşên xwe meşrû bikin. Peymana Edene li dijî vîna gelê Kurd bû lê ev êrîş gelekî ji çarçoweya peymanê wêdetir in. Pûtîn û Rûsya rê li ber vê vekir. Dewleta Tirk hêza xwe ya mezin ji vir stand.''

RÛDANAN YEKKIRIN FERZ KIR

Ok li ser lihevkirina dawî ya di navbeya Rêveberiya Xweser û Şamê de jî got, ''Peymana di navbeyna Rêveberiya Xweser û rejîmê de wê çi qasî bidome ne diyar e. Lê wiha xuya dike ku rêveberiya xweser û rejîm li ser hin mijaran li hev kirine. Lê biya min dereng maye. Rêveberiya xweser tim xwest ku vê bike. Lê rejîm û Rûsya ber bi vê nehatin. Li Şamê û Moskowê hin hevdîtin hatin kirin. Rêveberiya xweser tim got ti hedefa wan li ser parçekirina Sûriyê tine. Lê rejîma Sûriyê ev nekir, ev hêz bi xwe re nedît, ev aqil çênekir.''

Ok wiha domand, ''Rêveberiya xweser li dijî êrîşên dewleta Tirk a  faşîst dit ku divê yekerebûna xaka Sûriyê were parastin û divê mirov koç nekin. Ev xwestiye.  Dît ku artêşa Tirk a dagirker û çete li Bakurê Sûriyê bi cih bibin ev ê îşê Şamê û Kurdan jî zehmetir bike. Rûdanan yekrina hêzan ferz dike. A rast ew e ku ev peyman were bicihanîn.''

PEYMAN WERE BICIHANÎN JI BO HEMÛ GELÊN SÛRIYÊ WÊ BAŞ BE

Ok her wiha got, ''Şamê jî dive dîtibe ku Idlib, Cerablûs, Efrîn, Bab, Minbiç û hemû xaka Bakur Rojhilatê Sûriyê bikeve bin kontrola dewleta Tirk wê tiştek di dest wan de nemîne. Divê dîtibin ku li ser dahatuya Sûriyê û Rûsyayê wê ti mafê wan ê gotinê nemîne'' û bi berdewamî got, ''Ji ber ê, heke peyman were bicihanîn ev ê ji bo hemû gelên Sûriyê baş be û gelên Sûriyê bi ser bikevin.''

DAXUYANIYÊN DESTEKÊ NIRXDAR IN

Ok têkilî berxwedan û helwesta cîhanî jî got,''Cîhan jî hilweşe, berdêla wê çi dibe bila bibe Kurd tercîha xwe li ser jiyaneke birûmet dikin. Çi dibe bila bibe serfirazî wê ya gelê Kurd be. Gelek derdor diaxivin, YE daxuyaniyan dide, li dijî êrîşan disekine lê têrê nake ku dev ji ya xwe berdin. Gelek derdoran daxuyanî da. Her çendî bi vê ji ya xwe bernadin jî watedar û nirxdar in.''

DIVÊ HÊZ BIBIN YEK

Ok her wiha got, ''Gelê Bakur jî helbet li dijî Erdogan û komkujiyên dewleta Tirk bi hêrs in. Lê ranebe ser piyan. Lê divê wijdan mirovan rake ser piyan. HDP pêşengiyê dike lê pîrozbahiya salvegera HDP'ê jî qedexe kirin. Her kes divê li ser helwesta xwe zelal be. Divê hêz bibin yek'' û domand, ''Gel jî divê helwesta xwe nîşan bidin û bandorê li dewleta xwe bikin.''

CARA PÊŞÎ KURDAN DÎTIN KU DIVÊ YEK BIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê ber bi dawiyê ve got, ''Xaleke dî helwesta yekîtiya netewî ye ku di nav Kurdan de çêbûye. Her kes divê vêgeş bike û ev bibe xwedî rêxistiniyeke berbiçav. Cara pêşî Kurdan dîtin k divê yekîtiya netewî çêbibe. Dîtin ku parçekirin û siyaseta li gorî xwe rêvebirinê bêencam dimîne û dîtin ku armanca sereke ya dewleta Tirk ev e.''

DEWLETA TIRK DIJMINÊ GELÊ KURD E

Ok herî dawî wiha got: ''Dewleta Tirk dijminê Kurdên hemû parçeyan e. Êrîşa li ser Rojava ev rastî derxiste holê. Dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e. Niha hemû Kurdan ev dît. Êdî ti kesek divê nefikire  ku bi TC'ê re wê têkilî were danîn, siyasetek çêbibe û ev jî wê mayinde be, divê kesek wiha xafil nebe. Siyaseta esasî ya dewleta Tirk ew e ku partiyên Kurd û parçeyên Kurdistanê li dijî hev bi kar bîne. Divê Kurd vê bi zelalî bibînin, ku yek nebe ya dî jî nabe. Divê kes xwe nexapîne. Ev rewş di referandûma Başûrê Kurdistanê de bi zelalî derkete holê. Dibe ku carinan Kurd hef fêhm nekin, carinan dibe ku hevdu bi tundî rexne bikin. Lê dîsa jî divê em zanibin ku em yek bin em dikarin hebin. Kurd zû divê werin cem hev, bi hev re tevbigerin. Partiyên Kurd divê werin gel hev û yekîtiya xwe ava bkin.

Kurd li çar parçeyan radibin ji siyasetmedar, partiyan doza yekîtiyê dikin. Gel yekîtiya xwe çêkiriye niha divê partî jî yekîtiya xwe çêbikin.''