Şandeya DEM Partî û DBP'ê çûn serdana gora Celal Talabanî

Şandeya DEM Partî û DBP'ê serdana bajarê Silêmaniyê kirin û serdana gora Mam Celal Talabanî kirin.

ŞANDEYA DEM PARTIYÊ

Şandeya DEM Partiyê ku ji Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Ebru Gunay û Berdan Ozturk pêk tê, serdana mezarê Serokê Giştî yê YNK’ê yê berê û Serokomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî (Mam Celal) kir. Piştre ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir ve têkildarî serdana mezarê Mam Celal daxuyanî hatin dayîn.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari li ser mezarê Celal Talebanî daxuyaniyek da çapemeniyê û tê de ev tişt gotin; “Em hatin ser gora Mam Celal ji bo wî bibîr bînîn. Mam Celal siyasetmedarekî girîng bû ku yekîtiya netewî ya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê diparast û ji bo wê têdikoşiya, bi aqil, fikir û stratejiya xwe ji bo vê yekê dixebitî. Ew yek ji siyasetmedarên herî baş bû ku dikarî formulên tevlihev û kaotîk yên Rojhilata Navîn çareser bike. Ez careke din wî  bi rêz li vî meqamî bibîr tînim.”

Hatimogullari bal kişand ser armanca serdana şandeya xwe bo Başûrê Kurdistanê û wiha got; “Di serdana me ya yekem ya bo Herêma Kurdistanê de, me bê guman di derbarê yekîtiya netewî ya gelê Kurd û bidestxistina mafên gelê Kurd yê li her çar parçeyên Kurdistanê dijî de diyalog û muzakere pêk anîn. Di heman demê de me pêşveçûnên li Sûriyeyê nirxandin û me nêrînên xwe yên derbarê avakirina bingeheke demokratîk ku tê de gel dikarin di nava aştî û biratiyê de bijîn, parve kirin. Ez bawer dikim ku eger Mam Celal sax bûya, ewê ji dil û can ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk bixebitiya. Û niha em dibînin ku berdewamkerê wî yê hêja Bafil Talabanî jî bi heman awayî beşdarî van xebatan dibe. Ez li vir careke din bi rêz Mam Celal bibîr tînim.”

Piştre Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir ji çapemeniyê re axivî û wiha got; “Ji bo pêşxistina doza Kurd ez banga yekîtiya netewî li hemû aliyên Kurd dikim. Em hatine Silêmaniyê ji bo daxwaz û peyama gelê Kurd dubare bikin. Pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiya netewî û yekrêziyê heye. Rojavayê Kurdistanê niha ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi piştgiriya hemû aliyan heye. Gelê Kurd di nav aloziyê de ye û pêwîste bi yekitî û lihevkirina di navbera aliyên Kurd de heye. Ji ber ku ya serkeftina netewî ya gelê Kurd misoger dike, tenê avakirina yekîtiya netewî ye. Lewra di vê çarçoveyê de divê peywendiyên aliyên Kurd bi hev re xurt bin, da ku bikaribin yekitiya xwe çêbikin.”

Bayindir di dawiyê de got, ew îro di hizûra Mam Celal de banga yekgirtin, yekîtî û yekrêziyê ji hemû aliyên Kurd dikin û got; “Ji bo avakirina yekîtiya netewî ya gelê Kurd çi ji destê me were em amade bikin û pêk bînîn.”