Endamên DFG û MKG'ê çûn ser gora Gulistan Tara 

Endamên MKG û DFG çûn ser gora rojnamevan Gulistan Tara ya ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de hat qetilkirin û gotin, “Em ê ji nivîsandina heqîqetê kêliyekê jî paşde gav neavêjin.”

Endamên Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) çûn ser gora rojnamevan Gulistan Tara ya ku bi hevrêya xwe Hêro Bahadîn di êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.  

Endama MKG û DFG’ê rojnamevan Kibriye Evren li ser gora Tara ya li goristana taxa Tilmirçê ya Elihê axivî û got, “Dengê Çapemeniya Azad tu carî bêdeng nebû, wê ji niha û pê ve jî bêdeng nebe. Çawa ku me berê bi xwîna xwe heqîqet nivîsand, îro jî ger hewce bike em ê dîsa bi xwîna xwe heqîqetê binivîsin. Em sozê bidin şehîdan ku em ê ji nivîsandina heqîqetê kêliyekê  jî paşde gav neavêjin.”