Rûyê bi ken ê gerîla Mazlûm

Mazlûm Nisêbîn ku di êrîşa çekên kîmyewî de şehîd bû, di vegera ji çalakiyekê de parçeyek ji kivarkekê di destê wî de bû û bi rûkenî vegeriyabû gel hevalên xwe.

Gerîla Mazlûm Nisêbîn li Zapê ji bo têkbirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi hevrêyên xwe re timî amadekariya çalakiyan dikir, pêşengî ji çalakiyan re dikir. Di dema çalakiyekê de gerîla Mazlûm di rê de kivarkekê dibîne û piştî ji çalakiya vedigere wê kivarkê bi xwe re tîne.

Kivark li gel bombardûmana bi tonan, barût, û madeyên kîmyewî jî tişt pê nayê û ji bo gerîlayan dibe çavkaniyeke kêfxweşiyê. Gerîla Mazlûm bi kêfxweşiya serketina çalakiyê vedigere gel hevrêyên xwe. Hevrêyên wî jî ji ber çalakiya serketî wî û hevalên pê re pîroz dikin. Dema ku kivarka bi xwe re anî dibînin, vê helwesta berpirsyarane ya gerîla Mazlûm bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

Di nava şerê giran jî de be gerîlayên li Zapê şer dikin bi bedewiya jiyanê zanin. Bi vê têgihiştinê bi ser dijmin ve diçin û bi ser dikevin.

* Mazlûm Nisêbîn (Abdûrrahîm Ûzûn) di encama êrîşa çekên kîmyewî de şehîd bû.