Li bajarê Torino yê Îtalyayê salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ên Îtalyayî ve li salona Presso Circolo La Poderosa bi coş hate pîrozkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê sînevîzyonek hate nîşandan.
Dersim Andok ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şerê li dijî DAÎŞ'ê de birîndar bû li çalakiyê axivî. Andok got, "PKK'ê di dîroka xwe ya 46 salan de bi îdeolojiya xwe heqîqet nîşanî cîhanê da. Heta niha 29 caran serhildan çêbûn, lê belê ti ji wan bi qasî têkoşîna PKK'ê berhemdar nebû. Destana PKK'ê 46 salan bênavber gomlekekî ji agir li xwe kir û çirûskên xwe li nava milyonan mirovî belav kir."
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Partiya Karkerên Kurdistan" û "Bijî Serok Apo" hatinq îrîn.
Piştre li derve bi fîşekên hewayî pîrozbahî hate lidarxistin.