Rûspiyên Binarê Qendîlê: Yekîtî serketin e, bibin yek

Rûspiyên Binarê Qendîlê dibêjin, dijminê Kurdan li her devera dinyayê yek e, li her deverê Kurdan qetil dike, lewma bang li hêzên Kurdan hemûyan kirin ku li dijî dagirkeriyê bibin yek. Rûspiyan gotin, "Yekîtî serketin e."

Şêniyên Binarê Qendîlê bi tundî li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rabûn ku bi dehan sal in li herêmê bombardûmanê dike.

Xelkê binarê Qendîlê Ebdila Hesen: Em; rûspî û şêniyên Binarê Qendîlê ji bo rabûna li ber êrişên dewleta Tirk em li hev kom bûn. Binarê Qendîl di bin êrişên top û balafirên Erdogan de ye. Welatiyên sivîl dikujin, rez û bexçeyan dişewitînin. Em bang li tevahiya gelê Kurd û hêzên Kurdan dikin ku li ku dibin bila bibin hevgirtî bin, yek bin ku karibin bi ser bikevin. Ji bo dijminên gelê me nikaribin bi vî rengî êriş bikin, nikaribin welatiyên me, sivîlên me şehîd bikin, yekîtiya xwe ava bikin. Bi dehan sal in em di bin êrişên dewleta Tirk de ne, em van êrişan şermezar dikin. Sal nîne ku ji ber top û barandinên dewleta Tirk xelk û maleke sivîlan wêran nebe, xera nekiribin, şehîd nehatibin xistin. Yekîtî serketin e. Bang li hêzên Kurd hemûyan dikim; Yekîtî be, Partî be, Goran be, Komeleya Îslamî be, Yekgirtî Îslamî be helwestê li hemberî van êrişên li dijî herêma Kurdistanê nîşan bidin. Xelkê sivîlji ber êrişan jiyana xwe ji dest didin, hêvîdar im ku êdî bes be. Em li ku devera dinyayê bin, dijminê me yek e, neyarê me yek e. Li her çar parçeyên Kurdistanê dijminatiyê li Kurdan dike, qetil dike. Bi rastî jî nerewa ye. Em jî miletek in, mafê me ye ku bijîn û serbixwe bin. Em jî divê bijîn, li her çar parçeyên Kurdistanê. Em ji hêzên Kurdistanê bi yekdeng hemû yekgirtî bin.

Kadir Ûsû (Keyayê gundê Şaroş): Tirkiyeyê faşîst, dagirker û kemalîst dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Em bi her şêweyî dagirkeriya dewleta Tirk red dikin. Dagirker her dagirker e, Îran be, Tirkiye be hemû dijminê Kurd in. Hêvîdar im raya giştî ya navneteweyî, gelê Kurd bi yekdeng û yekreng li ber van êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê bigirin. Daxwaz dikim ku di zûtirîn demê de Kongreya Neteweyî pêk were û gelê Kurd hemû yek bin. Eger em yek nebin, yek reng nebin, yek gotar nebin em ê bi ser nekevin. Bang li her Kurdekî bi şeref dikim, li tevahiya gelê Kurd dikim ku bibin yek.