Rûniştina Komxebata Yekîtiya Netewî ya îro bi dawî bû

Di Komxebata Yekîtiya Netewî ya Başûrê Kurdistanê ku li Silêmaniyê ji aliyê KNK’ê hate lidarxistin, bi nirxandin û pêşniyarên partiyên siyasî û kesayetan ên li ser “Rêbazên yekîtiya netewî” hate pêşkêşkirin. Rûniştina îro bi dawî bû.

Di Komxebata Netewî ya Başûrê Kurdistanê de rewşa Herêmên Nakokî li ser hene (Xeta 140) û bi taybet Xurmatû, dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, siyaseta ne demokratîk ya Başûrê Kurdistanê hatin rojev kirin. Beşdarbûneke zêde ya ji hemû pêkhate û aliyên siyasî û kesayetên cuda yên Kurdistanê hebû. Her wiha gelek kesayetên cuda ji Behdînan di komxebata yekîtiya netewî de amade bûn.

Di rûniştina yekem ya Komxebata Yekîtiya Netewî ya Başûr de tenê peyamên rêxistinan hate xwendin, pêşniyarên xwe pêşkêş kirin û wê sibe jî di saetên destpêkê ya rûniştinê de peyamên mane werin dayîn û paşê jî derbasê pêşniyar, plansazî û encamnameyê bin.

Komxebat wê sibe di saet 09:00’ê danê sibehê de destpê bike û heya piştî nîvro saet 13’an bidome.