Rûniştina dozê ya polîsê ku Hantaş kuştî texîr bû

Rûniştina dozê ya polîsê Tirk Kazim B. ku Recep Hantaş kuştibû, hate texîrkirin.

Polîsê Tirk Kazim B. 14'ê Nîsana 2019'an li Amedê dema ku li Sumerparkê rûniştîbû Recep Hantaş (20) bi çekê kuşt. Rûniştina dozê ya polîsê kujer Kazi B. li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê pêk hat.

Polîsê kujer li rûniştinê ne kar bû, parêzerê bersûc û birayê mezin ê Hantaş Efe Tantaş û parêzerên Hantaş li rûniştinê kar bûn.

Parêzerê Hantaş Şîlan Elmas, xwest ku polîsê kujer were girtin.

Şandeya dadgehê rûniştina dozê heta 16'ê Gulanê hate texîrkirin.