Rûniştina doza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kir

Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven a dîlgirtî, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 49 roj in di greva birçîbûnê de ye. Rûniştina çaran a doza li Guven hatiye vekirin, dest pê kir.

Ji ber nerazîbûna xwe ya li dijî dagirkirina Efrînê, daxuyanî û karên xwe yên li nava KCD'ê, doz li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatibû vekirin û hatibû xwestin ku ji 25 sal heta 46,5 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Rûniştina çaran a doza li Guven hate vekirin, li 9. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.

Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 49 roj in di greva birçîbûnê de ye, tevlî rûniştinê nebû.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Selçûk Mizrakli, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Semra Guzel, Ebrû Gunay, Meral Daniş Beştaş, Salîha Aydenîz, Mûsa Farisogûllari, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Remziye Tosûn, Tayîp Temel, Omer Farûk Gergerlîoglû, Hişyar Ozsoy, Îmam Taşçier, aktîvîstên TJA'yê, Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû û zarokên Guven tevlî rûniştinê bûn.

Li ber Edliyeya Amedê û salona rûniştinê tedbîrên giran ên ewlekariyê hatin girtin. Di rûniştina dozê de serokê dadgehê hate guhertin.

Rûniştina dozê bi parastina parêzerên Guven dewam dike.