Rûniştina doza Emîne Şenyaşar hat dîtin: Ev dewleteke çawa ye?

Emîne Şenyaşar a ku bi îdiaya “heqaret” li Îbrahîm Yildiz ê AKP’yî kiriye, tê darizandin bertek nîşan da û got, “Ev çi dewlet e, ev çi desthilatdarî ye.”

Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizm û Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi îdiaya “heqaret û buxtan” li endamê AKP’ê Yildiz kiriye, doz lê hatibû vekirin. Rûniştina dozê pêk hat. Di yekemîn rûniştina doza ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Rihayê hat vekirin de, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk Emîne Şenyaşar bi tenê nehiştin. Bi dehan parêzer, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê beşdarî rûniştinê bûn.

Emîne Şenyaşar li ser pirsa katîb ya “çend zarokên te hene” wiha bersivand: “Zarokên min qetilkirin û yek ji wan hat girtin.” Piştre jî Şenyaşar diyar kir ku ew bi dermanan li ser piyan disekine û got, "7 zarokên min hebûn, xwestin hemûyan qetil bikin. Li nexweşxaneyê hevjîn û 2 zarokên min qetil kirin. Zarokên min li ber çavên min qetil kirin."

Serokê dadgehê ku mudaxeleyî axaftinê kir, ji Şenyaşar xwest ku ne bûyerê sedema çima heqaret kiriye vebêje. Şenyaşar di berdewamî de sûcdariya “heqaret û buxtan” red kir û wiha qala bûyerên hatî jiyîn kir: “Li nexweşxaneyê mirov nayên kuştin. Ew qeydên nexweşxaneyê dizîn. Ez heqê xwe helal nakim. Kî zarokên min kuştin? Ev çi dewlet e, ev çi hikûmet e?”

Ji parêzerên malbatê Ayşe Şehrîban Demîrel jî wiha got: "Gelek doz bi îdiaya îftirayê hatin vekirin, lê beriya vê jî hene. Du kurên dayikê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Dosyaya nexweşxaneyê ev 4 sal in nehat vekirin û dixwazin li ser bûyerê bigirin. Malbatê dest bi Nobeda Edaletê kir û ev 557 roj in berdewam dike. Emîne Şenyaşar di çalakiya xwe ya nobeta edaletê de hem rastî şîdeta fîzîkî û hem jî yê hiqûqî tê. Tevî astengiyan jî malbatê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam dike."

Demîrel da zanîn ku dosya tenê li ser wêneyekê hatiye vekirin û wiha domand: “Em dixwazin ku ji pispor re were şandin. Em wergerekî ku bi Kurdî biaxive dixwazin. Wergerê ku pispor dike têrê nake. Em wergêrek pispor a bêalî dixwazin. Em ê dosyayê bidin şahidê ku roja bûyerê amade bû. Divê xalên ku di dosyayê de kêm in bên temamkirin. "

'SÛC TUNEYE'

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Mustafa Vefa diyar kir ku ew delîlên di der barê Emîne Şenyaşar de qebûl nakin û anî ziman ku hêmaneke sûc tune ye. Vefa, da zanîn ku di gotinên Şenyaşar de "heqaret" tune ye û diyar kir ku li Rihayê 3 parlementerên bi navê Îbrahîm hene û ew ê piştre parastineke berfireh bikin.

Ji parêzerên malbatê Hidayet Enmek jî diyar kir ku li nexweşxaneyê der barê jiyana malbatê de lêpirsîn heye û wiha got: “Di vê dosyayê de bersûc Yildiz ê AKP’yî ye. Em dixwazin ji dozgeriyê re muzekkere bê nivîsandin.”

Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û rûniştin taloqî salvegera destpêkirina Nobeda Edaletê 9’ê Adara 2023’yan kir.

Piştî rûniştinê parêzerên malbatê û beşdaran li ber edliyeyê daxuyanî dan. Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel axivî û destnîşan kir ku tundiya darazê bi van dozan li ser malbarê berdewam dike.