Rûken: Kevneşopiya berxwedanê ya Zîlan li Zapê dewam dike

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Zêrîn Rûken destnîşan kir ku kevneşopiya berxwedanê ya Şehîd Zîlan îro li Zap, Avaşîn û Metînayê dewam dike û got, "Rastiya Zîlan ewqasî mezin e ku nabe tenê weke çalakiyeke fedaî ya serketî bê nirxandin."

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Zêrîn Rûken bi wesîleya salvegera şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) ji ANF'ê re axivî.

Zêrîn Rûken destnîşan kir ku xeta Zîlan xeta fedaî ye û bi bîranîna şehîdan dest bi axaftina xwe kir.

Rûken ragihand ku her şehîdên têkoşîna azadiyê ya jinê û têkoşîna azadiyê ya neteweyî fedaî ye û li ser rastiya şehadetê ya meha Hezîranê wiha axivî: "Hevrê Zeynep Kinaci 30'ê Hezîrana 1996'an, hevrê Sema Yuce 17'ê Hezîrana 1998'an, heval Gulan 7'ê Hezîrana 2002'an şehîd bûn. Di şexsê şehîdên meha Hezîrnê de şehîdên me yên azadî û şoreşê hemûyan bi rêz, hezkirin û bi minet bi bîr tînim. Her wiha hemû hevrêyên li Zapê li ser xeta Zîlan şer kirin û şehîd bûn bi minetdariyeke mezin bi bîr tînim. Di heman demê de hevalên Leyla Wan, Helmet-Diyar Xerîb û ji pêşengên şoreşa Rojava hevalê Ferhat Dêrik jî bi rêzdarî bi bîr tînim. Bi îdîa û biryardariya pêkanîna armancên wan ên azadiyê em ê têkoşîna xwe bilind bikin."

'RASTIYA ZÎLAN NE TENÊ ÇALAKIYEKE SERKETÎ YE'

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Zêrîn Rûken diyar kir ku nabe rastiya şehîdan tenê weke çalakiyên lehengî bê nirxandin û got, "Di cewhera van çalakiyan de divê helwesta îdeolojîk, biryardariya îdeolojîk û xurtbûna rêxistinî bê dîtin. Îro jî di şerê dijî hêzên dagirker û dewleta Tirk a qirker de ev serketin baştir dikare bê dîtin."

Rûken ragihand ku şehîdan ji bo wan pîvan afirandin, bûn pîvan û got, "Destberdana ji pîvanan destberdana ji xeta şehîdan e. Milîtanî û kadrobûna li ser xeta îdeolojîk, meşa li ser xeta şehîdan, pêşengiya leşkerî-polîtîk e. Û timî serketin e.

Ev yek soz û pratîka dilsoziya bi şehîdan re ye. Şehîdên me li gel nirxên me yên îdeolojîk ên moral û manewî ne, di heman demê de bicihanîna pratîka têkoşîna îdeolojîk-leşkerî-polîtîk e. Lewma tê gotin, 'şehîd rastiya me ya jiyanê ye'. Ne bi wê wateyê ye ku li dîrokê bûne mal, di dîrokê de mane. Ji ber vê yekê nabe ku tenê dema wê hat, tenê bêne bîranîn."

Rûken destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Zîlan weke pîvan û xeta avabûna PAJK'ê kir sembol û îdeolojiya rizgariya jinê ragihand. Rûken got, "Lewma rastiya Zîlan ewqasî mezin e ku nabe tenê weke çalakiyeke fedaî ya leşkerî ya serketî bê nirxandin. Xwedawenda me ya azadiyê ye. Rêbertî gelekî giranî da ser fedaîtiya bi rêbaza Zîlan û nasnamebûn, îradebûn, pratîkbûna jinê weke xeta azadî û xwedawendiyê destnîşan kir. Ya ku îro li Zap û Avaşînê li ber xwe dide û bi ser dikeve xeta Zîlanan e."

'ŞEHÎD ZÎLAN PEPÛLE BÛ ÎRADEYA JINÊ YA AZAD A ROJHILAT'

Zêrîn Rûken her wiha Letîfe Selamet (Zîlan Pepûle) bi bîr anî ku Hezîrana 2006'an li Merîwanê şehîd bû û got, "Şehîd Zîlan Pepûle şopdara hevala Zeynep Kinaci ye. Meş û xeta Zîlanan e. Bi wî ruhî wezîfeyên xwe yên şoreşgerî meşandiye. Li Rojhilatê Kurdistanê veguherî eşqa azadiyê. Navê Zîlan zêde bû, her gund, bajar û xaka Rojhilatê Kurdistanê kete bi bandora berxwedana Zîlan. Çanda berxwedêriya jinê ye, ku li gel her cûre rêbazên êşkenceyê teslîmî rejîma Îranê ya faşîst nabe. Sekna serhildêr û dilxwazê azadiyê ye. Rastiya jinên Kurd a berxwedêr e. Ya ku îro li tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî hêzên dagirker li ber xwe dide, ev rastî ye. Xet û rastiya Zîlanan e. Ji ber ku hevrê Zîlan li Rojhilat êdî berxwedan e, azadî ye. Şehîda me ya destpêkê ya YJRK ye. Rêbaza wê ya şer û têkoşînê ji bo jinên Rojhilatî mînak e. Bi pêşengiya xwe ya ji azadiyê re bû çavkaniyeke mezin a hêz û moralê.

Şehîd Zîlan Pepûle bi rêzdariyeke mezin bi bîr tînim. Şehîd Zîlan Pepûle li Rojhilat bû îrade û hişmendiya jin a azad. Bû rastiya jinê ku heta dawiyê bi plan, rêxistinî û li armanca xwe asêbûyî. Têkiliya jin a Rojhilatî bi welatparêziyê re gelekî xurt e. Mirov ê yekê di şexsê Zîlan Pepûle de dikare bi kûrahî bibîne. Li Merîwanê dema ku bi gel re civîn dikir, hate qetilkirin. Piştre jî ji bo çavê jin, gelê me û gelan bitirsînin, cenazeyê wê li nava bajêr bi erdê re hate kaşkirin. Mejiyê kujer dijminatiya xwe ya li jinê û Kurdan bi vî rengî careke din nîşan da. Şehîd Zîlan Pepûle ku ji malbateke welatparêz e, ji Ûrmiyeyê ye. Di nava jiyanê de moral bû, li qada leşkerî jî fermandareke leşkerî bû. Li qada siyasî û civakî jî şoreşeke jin a rêxistinî bû ku modernîteya demokratîk ava dikir. Hezkirina wê ya jinê gelekî kûr bû.

Li Merîwanê dema ku civînan lidar dixe dibêje 'Li vî gundî gelo çend jin êşê dikişîne'. Ev yek jî nîşan dide ku hezkirina wê ya li jinê, hezkirina wê ya li azadiyê gelekî kûr e. 'Çemekî jiyanê ye'. Pepûleyeke azadiyê ye. Mîna pepûleyekê jiya. Hîn 7 sal bû di nava partiyê de bû. Ti carî dest ji azadiyê berneda. Heta dawiyê li ber xwe da. Jinên Rojhilatî jî vexwend berxwedanê. Bi berxwedana xwe navê xw eli dîrokê nivîsand, hevrêyeke jinê ya berxwedêr û dilxwazê azadiyê bû."

'GELÊ KURD RÛYÊ XIYANETÊ YÊ PDK'Ê ÊDÎ HÎN BAŞTIR DIBÎNE'

Zêrîn Rûken bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û anî ziman, dijminê ku nikare berxwedana gerîla bişikîne çekên kîmyewî bi kar tîne. Rûken bi bîr xist ku çekên kîmyewî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e û got, "Hesasiyeta ku cîhan ji bo Ûkraynayê nîşan dide, mixabin ji bo Kurdan û Kurdistanê nayê nîşandan. Tevî ku çekên qedexekirî têne bkaranîn jî nêzîkatiyeke cotstandartî heye. Şerê Ûkraynayê bi zanebûn tê dirêjkirin. Ji vî şerî sûdê werdigirin. Di vir de em dibînin ku şerê li dijî Kurdan tê kûrkirin. Dewleta Tirk qadên dagirkirinê berfireh dike. DYE, Ewropa li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng in. Dewletên ku qala hiqûq û demokrasiyê dikin, pîro piştgiriyê didin vê dagirkeriyê. Rê didin şerê qirkirinê. Ji ber ku berjewendiyên wan di polîtîkayên li ser Rojhilata Navîn, Asya Navîn û Kafkasyayê hene."

Rûken bal kişand ser rola PDK'ê ya di vî şerî de û got, "PDK di nava êrişên qirker ên dewleta Tirk de cih digire û bi roleke çalak radibe. PDK hêzeke hevpar-xiyanetkar e. Bûye deriyekî bingehîn ê NATO'yê li Kurdistanê. PDK hêzeke eşîrî ye ku pişta xwe dispêre dewleta Tirk a mêtinger qirker. Cudahiya PKK'ê ji wê ew e ku PKK tevgereke gel e. Bi projeya xwe ya neteweya demokratîk, modela jiyana azad a jinan û gelan bi rêxistin dike. Mejiyekî bi vî rengî yê PDK'ê nîne. Lewma desthilatdariya malbatî, xiyaneta li dijî gelê Kurd dewam dike. PDK veguheriye eşîrekê ku hêza xwe bi temamî ji bo tasfiyekirina PKK'ê bi kar tîne. Sozên ku dewleta Tirk dide kesayetên xayin û sîxur, heman sozan dide PDK'ê. Soz dide ku wê pere, dewlemendî û desthilatdariyê bide. Gelê Kurd niha hîn baştir rûyê xiyanetê û qirêj ê PDK'ê dibîne. Gelê Kurd, hêzên neteweyî ti carî rê nadin ku PDK li ser can û xwîna ciwanên Kurd desthilatdariya xwe bidomîne."

'XETA ZÎLANAN BI SER KETIYE'

Zêrîn Rûken işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "24 sal in tecrîdeke giran li ser Rêber Apo tê ferzkirin. Bingeha vê yekê jî dikarim weke rola PDK'ê ya di komployê de vebêjim. Ji ber ku Rêber Apo ji tevahiya Kurdistanê û mirovahiyê re pêşengiyê dike. Rêbre Apo rêberê gelan û jinan e. PDK jî nikare eşîrekê, nikare malbatekê bi rê ve bibe. Mijara herî girîng jî ew e ku bi dewleta Tirk re li dijî gelê Kurd bûye yek. Xeta herî metirsîdar ev e. Lewma divê gelê Kurd û jin li dijî vê polîtîkayê bi mejiyê neteweyî li gel berxwedana azadiyê û dîrokî ya gerîla cih bigirin. Em pêngava xwe ya azadiyê ya li dijî şerê toyekûn, bi azadiya Kurdistanê û Rêber Apo bi serketinê tacîdar bikin."