Ruhê Derwêş û Edûlê li Şengalê dijî
Dayikên ku di fermana 73’an de ketin destê çeteyên DAIŞ’ê îro jî heman dayikên Êzidî ne, ku çeka xwe girtine û li kêleka şervanê YBŞ û YJŞ’ê di çeperên berxwedanê de milê xwe dane şervanên azadiya Êzidxanê.

Dema mirov îro li dîmen û wêneyên dayikên Şengalê dinêrin, dikarin bêjin ku ti hêz nikare jina ji cewhera wan dûr bixîne. Ji ber ku piştî fermanê hemû zilamên serdest li benda tinebûna jinên Şengalê bûn. Lê îro ez dikarim vê mizgîniye bidim ku jinên li nava çeperan li hemberî çeteyên PDK’ê têdikoşin jinên Şengalî ne.
Ev dîmen û wêneyên ji nava civaka Êzidî û jinên cîhanê her çiqas kêfxwş dike, desthilatdaran jî ditirsînin. Mînaka herî berçav jî desthilatdarên mîna Erdogan in. Dayikan gotin, "Me ti hêvî ji çeteyên Barzanî nekirin, hûn li vir çi dikin, karê we li vir çi ye, ti pêwîstiya me bi we nîne, karê çeteyên Mesûd li vir nîne." Dayik dema van gotinan dibêjin, bêguman ji dema derbasbûyî dibêjin. Her wiha jina ku îro li çeperan jî ji demê derbas bûyî kirin. Tolhildana me wê mezin be.
Bi rastî jî dema îro em li nav çeperên şervanen YJŞ û YBŞ dinêrin, em bi rengekî pir zelal dibînin ku jinên leheng gihîştine wê astê ku bikaribin xwe biparêzin. Di heman demê de tola jinên fermana 73’an hatin revandin û firotin radikin.
Niha li seranserê Şengalê keç û dayik di nava liv û tevgerê de ne. Li aliyekî dayik di çeperan de ne, aliyek din jî hewl didin ku çeteyan ji nava axa Êzîdxanê derxin û êrîşên wan bidin sekinandin û ji bajarokê Xanesorê derxînin.
Di heman demê de dayik ji bo şervan û zarokên xwe amadekariyan dikin. Belê dîrokê dîsa da diyar kirin ku ruhê Derwêş û Edûlê li Şengalê dijî. Bi taybetî jî îro di şexsê şervana YJŞ’ê de têkoşîn Serhat, bi ruhê Orhan û Çekdaran her diçe digihije wateya xwe.