Rojnivîskên gerîlayan- 6

Her ku me got aştî, bi bedenên bêserî me miriyên xwe di sêdaran de dît. Êdî em ji aştiyê tirsiyan, fenanî ku em ji şer birevin. Em diqîrin û dibêjin dahatû jî tê kuştin.

Em beşek ji rojnivîskên gerîlayên şehîd bûne parve dikin. Hinekan qala dema naskirina Tevgera Azadiyê ya Kurd kirine, hinekan dilsoziya xwe ya bi erdnîgariya xwe re nivîsîne, hinekan behsa dîtina Ocalan û dilsoziya bi têkoşîna azadiyê re kirine. Rojnivîsk ji wan re bûye hemsir. Pê zanin ku ew xwedî nasnameyeke mezin a kolektîf in, zanin ku ew siwarên hêviya gelê mezlûm ê 50 milyonî ne, baş zanin ku serketin û têkçûn wê di hişê civakê de rê li ber kîjan encamê vekin. Ne tenê zanin, her wiha fêhm dikin û cîhana xwe ya fêhmkirin û watedayinê mezin dikin. Hewl didin hêjayî welat, gel û partiyê bin.

Vê rêzenivîsa ku Mahîr Yilmazkaya amade kiriye, em bi rojnivîska şehîd Hêvî Şanoger (Gafûr Dogan) didomînin.

GERÎLLA, HELBESTKAR, ŞANOGER

Hêvî Şanoger (Gafûr Dogan) di 27’ê Tebaxa 2004’an de ji bo ku tevlî Festîvala Şanoyê ya Kurd bibe ji Mexmûrê diçû Kerkûkê û di qezayeke trafîkê de şehîd bû. Hêvî li Qosera Mêrdînê ji dayîk bû û têkoşîna xwe ya hunerî ya şoreşgerî li Şaxa Îzmîrê ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê bi xebatên şanoyê didomand. Piştî dewlemendî û kûrbûna di qada çand û hunerê de, tevlî naf refên gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Di huner û şanogeriya PKK’ê de bû xwediyê kedeke mezin. Di xebatên xwe yên li çiyê de, tevkariyên mezin li pêşveçûna hunera şoreşger kir. Li çiyê gelek lîstik nivîsand, lîst û derhêneriya wê kir. Bi hunera xwe ya di nav jiyana gerîlayan de, civaka ku gerîla ew guherandiye û gerîlabûn, bi zimanê xweser ê gerîlayan vegot. Her ku derfet bi dest xist, bi lîstikên xwe ev pêşkêşî gel kir. Felsefeya jiyana azad di kesayetiya xwe de derxist holê. Ne bi tenê ya xwe, bi dehan hevalên xwe tevlî nav refên gerîlayan kir û diyar kir ku huner aîdî civakê ye û kesparêzî tê wateya mirina hunermend, civakîbûn û nemiriyê. Di lîstikên xwe de yên ku wî nivîsandibû û derhêneriya wan kiribû, Kurdî xweş dinivîsand. Bi helbestên xwe vê taybetiya xwe her dem dida nîşandan.

LI ÇOLÊ EM Û NASNAMEYA XWE YA PENABER MAN

Hêvî Şanoger di rojnivîska xwe de qala Kampa Penaberan a Mexmûrê dikir û bi zimanê xwe yê xweser qala giyanê birîndar ê Kurdbûnê dikir. “Bi destdirêjiya li ser giyanê me û bi tecawiza li fikirên me, her tiştî dest pê kir. Beriya xaniyên me hatin hilweşandin, piştre me dît ku em ketine nav serboriyeke ku mirov nikare jê vegere.”

Li paş me, ji xeynî hêviyên me yên ji bo dahatûyê tiştek nema. Û rûmeta me. Ji bo ku di bin lingan de neyê eciqandin, me ew bi sînga xwe ve kiribû. Li her ciha ku em çûnê. Me berê xwe da rêyan, me xwe li çiyayan xist, me tevî xwe rabirdûya xwe jî bir. Rabirdûya li ser pişta me dibû barek, me ji xûzbûna xwe fedî kir, hinan ji me vê xûzbûna xwe jêkirin, lê tu carî dewsa wê dernas nebû û xwîn jê diniqutî.
Em bênasname bûn, êdî em sirgun bûn, me li pêşiya Nînowayê mal û konên xwe şewitandibûn. Di nîveka çolê de, bedena me ya tazî û nasnameya me ya penaberiyê hebû. Me fedî nedikir, êdî em bênasname bûn. Li ser axa xwe em penaber bûn. Kesên ku nobeta me digirtin, em bi zimanekî diaxivîn, tenê hest û ramanên me cihê bûn

TIFÎ RÛYÊ ÎXANETÊ HATE KIRIN

Me fedî nedikir, ji ber ku yên divê fedî bikirina ne em bûn. Li paş me, kulmek xwelî û hêsirê me yê li ser erdê mabû. Li ser lêvên pitikên me jî kenekî şikestî û nîvî. Ji bo dahatûya me di memikên dayîkên me de dilopên şîr û di dilê ciwanên me de jî evîn mabû, tevî tifkirina rûyê îxanetê.

ÊDÎ EM JI AŞTIYÊ TIRSIYAN

Em li cihekî wisa bûn ku, me ne piştgiriya şer dikir û ne jî me dixwest aştî were. Her der bûbû kabûs. Sînorên me, bi cesedên miriyên me hatibû çêkirin. Heke rêya anîna aştiyê kuştina mirovan be, xisara şer çi ye? Sûda aştiyê ji kê re heye? Her ku me got aştî, bi bedenên bêserî me miriyên xwe di sêdaran de dît. Êdî em ji aştiyê tirsiyan, fenanî ku em ji şer birevin. Em li ber kuştina zarokên xwe nakevin, em diqîrin û dibêjin ku dahatû tê kuştin.

Şerma mezin a mirovayetiyê ye ku di sedsala 21’emînde zarok ji ber birçîbûn û nexweşiyê bimirin. Bidawîbûna jiyaneka ya ji ber tunebûna dermanan, layîqdîtina ava bîrê û veşartina pitika ku hê nû ji dayîk bûye, di sedsala 21’emîn de şerm e.

BI KAMYONAN EM BIRIN ÇOLÊ

Di şevekê de ji nişka ve, bi kamyonan em birin çolê. Her dera ku çavên me didît mij û moran bû; bêdengiyeke bêserûber û şewşbûna şevê di guhê me de serdest bûn. Wekî ku em anîbin goristanekê. Her der di xew de bû. Şev bi xwe jî ketibû teşiya xewê. Axa ku me pê lê dikir, nexweşek bû ya ku bekareta xwe ji dest dabû. Heke bayekî hênik bihata, derbarê jiyanê ew ê tiştek bihata hîskirin. Fenanî ku çolê kemîn danîbe, diyar ku bû ku em li wê derê nedixwst. Lê em sirgunî çolê hatibûn kirin.

DÛVPIŞKAN ÊRÎŞÎ DAHATÛYA ME KIRIN

Çol di xewê de bû. Lê hinek kes ranezabûn. Dûvpişkên reş. Bêyî haya wan em ketibûn nav sînorên wan. Nasnameya me jî tunebû. Em hebûn, kal û pîrên ku rabirdûya me piştrast dikirin û zarokên ku dahatûya me temsîl dikirin. Dûvpişkan berê xwe nedan rabirdûya me, êrîşî dahatûya me kirin. Di şevekê de dûvpişkan bi heftê (70) kesan ve da.

KARÊ ME YÊ PÊŞÎN BÛ KOLANA GORAN

Bi sibehê re, karê me yê pêşîn ev bû ku li Kampa Mexmûrê em goran bikolin. Me heqê hatinê, bi berdêlan da. Wekî ku li her ciha ku em diçûnê, me berdêl dida. Goristanên me mezin dibû. Her tişta ku me destê xwe didayê, li çola germahî û ehmeqiyê di nav sînorên xwe de dibû mirin. Di navbera miriyên me û bedena me de tenê ferqek hebû. Ew di axê de bûn, em li ser pêyan bûn.

Heta ku li çolê, me deriyên mirine girt. Di çola germahiyê de li parka zarokan me bi çavên hêvîdar ên zarokan li mirinê da. Me guliyên dilê xwe vekirin a ku li ber bahozê ketibû. Me destê xwe da birînên xwe. Bi hezkirin me destê xwe da rûyê zarokên ku li ber tavê qemirîne, me li dayîkan nihêrî ên ku şîr didan zarokên xwe, bêhna dahatûyê ji kenê wan dihat.

TEVÎ GELÊ XWE ME DI BAHOZA ÇOLÊ ME

Ez tevî gelê xwe me di bahoza çolê de, bi lêgerîna xwe ya bênasname dilê min hê jî serhildêr e di bahozê de. Ba nikare bibihîze peyvên min, di jovana evînan de û di hezkirina mirovên rûgeşde yên ku bêhna dahatûyê ji wan tê, zeman winda bûye.”