Rojnivîsk yek ji nirxên herî hêja yên gerîla ye

Rojnivîsk yek ji nirxên herî hêja yên gerîla ye. Ji ber ku di her çîrok, bîranîn û tecrûbeyê de yên ku li rojnivîskê têne nivîsandin, heqîqeta jiyana azad heye. Nivîsên gerîla nîşaneya rastiyê ne.

Yek ji xezîneyên gerîla ku qala rastiya gerîla û jiyana gerîla dike, rojnivîsk e. Ji ber ku di rojnivîskan de mirov dibîne bê gerîla çawa bi rengekî bi wate dijî û hestên xwe dinivîsîne. Gerîla bi vê yekê nirxekê diafirîne, dîrokê dinivîsîne. Li nava gerîla nivîsandina rojnivîskê ne tenê karekî nivîsê ye, bûye çandeke jiyanê. Jiyan û hestên xwe dinivîsînin. Gerîla hest, hêvî û armancên xwe li ser hedefekê mezin dikin.

Gerîla ew mirov in ku dîroka xwe dinivîsînin. Ev yek ji hêza wan a xwezayî dûr nîne. Mirovên ku karin dîroka rastî binivîsînin di heman demê de dibin parçeyek ji vê dîrokê. Di her bîranînê de bi dehan, bi hezaran çîrok û tecrûbeya dîrokî ya gerîla heye. Her yek jê nîşane û hêviya li ser paşerojê ye. Lewma di dilê bi milyonan mirovî de cih digirin. Tiştên ku dinivîsînin ji rêzê nînin, ew rastiya civakekê dinivîsînin. Gel jî dibîne ku gerîla ji bo xwedîderketina li bîranînên dîrokî têdikoşe. Îro jî bi milyonan mirov hevrêtiyê ji vê rastiyê re dikin. Ji ber ku di her çîrok, bîranîn û tecrûbeyê de yên ku li rojnivîskê têne nivîsandin, heqîqeta jiyana azad heye. Nivîsên gerîla nîşaneya rastiyê ne. Ji ber ku nivîsa gerîla nîşaneya rastiyê ye. Her gotin, her pênase ji bo armancekê hatiye nivîsandin.

Lewma herî zêde gerîla rastiyê îfade dike. Ji ber vê yekê ji rêbaza jiyanê heta bi rojnivîskan hemû jî li ser bingeha bawerî û hêviya li jiyanê ye. Her çend gelekî ji jiyanê hez dikin jî di oxira wê de dikarin canê xwe feda bikin. Li çeperên berxwedanê mirov dibînin ku gerîla li aliyekî şer dikin, li aliyê din jî li tunelên şer rojnivîskan dinivîsînin. Li pêşberî dîrokê xwe berpirsyar dibînin. Di wan kêliyên ku gerîla di şer de ye jî li vê difikirin. Rastî ew e ku eger civakeke din bûya nediket binê ewqas barê giran. Ji ber ku nivîsandin jî barekî giran e. Bi nivîsandinê hîn bêhtir xwedî li nirxên xwe derdikevin. Gerîla îro vê berpirsyariyê bi cih tîne û bar hildaye ser milê xwe. Lewma rojnivîsk yek ji nirxên herî hêja yên gerîla ye.