Rojnamevanên li qadê: Li Zapê herî kêm 44 leşker hatin kuştin, 6 jê payebilind in

Li gorî agahiyên ji rojnamevanên li herêmê hatin wergirtin, li herêma Zapê di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de 6 jê payebilind herî kêm 44 leşker hatine kuştin, 32 jî birîndar bûne.

Dewleta Tirk a dagirker ku 17'ê Nîsanê li herêma Zapê dest bi êrişê kir, tê gotin ku windahiyên giran daye.

Li gorî agahiyên rojnamevanên li herêmê ku ji çavkaniyên pêbawer wergirtine, li Zapê yek jê serdar (bînbaşi) 6 payebilind herî kêm 44 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Hate ragihandin ku serdarê artêşa Tirk ji hêza Komando ya Tatvan Bîtlîsê ye û di çalakiya sabotajê ya gerîla de bi giranî birîndar bû û piştre mir.

Di çalakiyên gerîla de li Zapê her wiha 32 leşker birîndar bûn.

Dewleta Tirk heta niha tenê mirina serpelekî hêzên taybet ên Tirk û birîndariya 4 leşkeran ragihandiye.

Di daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hatibû ragihandin ku heta niha gelek leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin.