Rojnamevanan gotin: Çapemeniya azad wê li ber xwe bide!

DFG û MKGP'ê bal kişandin ku îdianameya ji bo 16 rojnamevanên dîl hatine girtin 5 meh in nayê amadekirin û peyama, “Çapemeniya azad li ber xwe da û wê li berxwe bide” dan.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) bi boneya 5’emîn meha girtina 16 rojnamevanên kurd di 16’ê hezîranê de, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyeke hevpar dan.  Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya Azad serî natewîne” hatibû daliqandin û gelek rojnamevan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Her wiha endam û rêveberên Komeleya Yekîtî û Çand a Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) a Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Amedê, Komeleya Jinan a Rosayê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiê û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê, Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), Komeleya 78’an, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED DER), Nûnertiya DÎSK’ê ya Amed3e, Odeya Bijîşkan a Amedê û gelek rojnamevan di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Çapemeniya Azad bêdeng namîne” hat berzkirin.

Daxuyaniya bi kurdî li ser navê DFG’ê Kadrî Esen û ya bi tirkî jî li ser navê MKGP’ê Gulşen Koçuk xwend.

‘ÊDÎ VEGUHERIYE ÊŞKENCEYÊ’

Di daxuyaniyê de Esen wiha got: “Di çarçoveya lêpirsîna li dijî xebatkarên çapemeniya azad de di 8'ê hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin destgîrkirin û piştî 8 rojan di bin çavan de man, bi awayekî bêhiqûqî ji aliyê dadgehê ve 16 rojnamevan li Amedê hatin girtin. Ji ber hevalên me bi kamerayên xwe heqîqet diparastin, ji ber bêhiqûqiya îktidara dixwaze civakê bêhilm bihêle teşhîr kirin, ji ber bûn dengê kesên tên çewisandin, bûn dengê jin, ciwan û gelek kesan loma hatin girtin. Bi ser vê girtina êdî veguheriye êşkenceyê re 5 meh derbas bûn.

Her partiyên ku li Tirkiyeyê bûn îktidar, di destpêkê de ji bo gihandina heqîqetê ya ji civakê re bê astengkirin, çapemeniya azad kirin hedef. Di her kêliyê de berî ku berê xwe bidin civakê di destpêkê de xebatkarên çapemeniya azad hatin destgîrkirin, girtin, kuştin. Cihên xebatkarên çapemeniya azad lê dixebitîn hatin bombekirin. Tevî van êrişan jî xebatkarên çapemeniya azad gav paş de neavêtin. Yên guherîn û çûn her tim îktidar bi xwe bûn. AKP a ku bi sozên demokrasî, mafên mirovan, zagona sîvîl bû îktidar jî bi rê û rêbazên berê hatine ceribandin êrişî çapemeniya azad kir. Piştî di 16’ê hezîranê de 16 hevalên me hatin girtin, di 25'ê mijdarê de jî starta operasyoneke nû hat dayîn. Vê carê jî 10 hevalên me hatin girtin. Ev jî têr nekir, wekî salên 1990, 2011 û 2016'an bi ser bûroyên me de girtin, dest danîn ser hemû alavên me.

‘ÇAPEMENIYA AZAD WÊ LI BER XWE BIDE’

Bi ser girtina wan re 5 meh derbas bûn lê hîn lêpirsîna der barê 16 hevalên me de temam nebûye. Daraza ji bo baronên hişbirê, kesên sûcê mirovatiyê dikin û bersûcên tecawizê demildest dikeve meriyetê, ji bo rojnamevanên van sûcan derdixin holê ev 5 meh in di cihê xwe de sekinî ye! Em bi sedema vê rewşê baş dizanin; ji ber ku dema îdianame bê amadekirin wê derkeve holê ku ‘sûcê’ hevalên me tenê çêkirina nûçeyan e; wê derkeve holê ku bingeha girtin û destgîrkirinên di bin navê ‘operasyona mezin de’ çiqasî vala ye. Ew ê derkeve holê ku alavên rojnamevanan ên di fezlekeyên emniyetê de wekî ‘alavên rêxistinê’ derbas dibin, di eslê xwe de alavên heqîqetê ne. Ji ber vê sedemê ye ku hevalên me 5 meh in girtî ne û îdianameya der barê wan de nehatiye amadekirin.

Em dixwazin ev tişt bê zanîn; karê rojnamevanên di 8'ê hezîranê û 25'ê cotmehê de hatin girtin nîvco nema. Çapemeniya Azad, li dijî girtin û destgîrkirinan li ber xwe da û wê ev berxwedan bidome. Ji ber ku ev kevneşopiya li dijî zext û komkujiyan serî natewîne, ji aliyê civakê ve hatiye afirandin. Divê meqamên darazê yên bi polîtîkayên îktidarê bi teşe dibin jî êdî nebin temaşevanên vê rewşê; divê azadiya hevalên me ya fîzîkî pêk were. Divê êdî tu kes nebe hevparê vê fedîkariya ku veguheriye cezayekî.”