Rojnamevanan bang kirin ku dawî li sûcên dewleta Tirk bê anîn
Rojnamevanan têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li hemberî xebatkarên çapemeniya azad bang li saziyên eleqeder kirin ku pêşî li sûcên dewleta Tirk bigirin.
Rojnamevanan têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li hemberî xebatkarên çapemeniya azad bang li saziyên eleqeder kirin ku pêşî li sûcên dewleta Tirk bigirin.
Nameyeke protestokirinê der barê kuştina du rojnamevanên jin de, bi vî rengî ye:
“Ji bo:
- Balyozxaneyên welatên biyanî li Bexdayê
- Konsolosxaneyên li Herêma Kurdistanê
- Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor
- Hemû sendîka, çavdêriyên mafên mirovan û rojnamevanan
Roja înê, 23’yê Tebaxa 2024’an, we hemûyan bûyereke trajîk û dermirovî temaşe kir. Li ser rêyeke qelebalix û dûr ji hemû qanûn û rêzikên têkildarî serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê, droneke Tirkiyeyê du rojnamevanên jin kirin armanc. Gava ku nasnameya wan aşkera bû, ew çekdar nebûn, li meydana şer nebûn, ew rojnamevan bûn û dema ku karê xwe yê rojnamevaniyê dikirin, hatin kuştin.
Em wek rojnamevan hêvî dikin ku ev bûyer ne tenê wek nûçe û binpêkirinekê bê qeydkirin, her wiha bi rêya kanalên xwe yên siyasî û dîplomatîk hûn Tirkiyeyê neçar bikin ku dest ji vê terorîzma siyasî berde û rojnamevanan nekişîne nav şer. Ev kiryara terorîstî ya Tirkiyeyê dûrî hemû prensîp û qanûnên şer û mirovahiyê ye.
Em li bendê ne ku hûn di demeke nêz de tev bigerin da ku gef û tehdîdan ji holê rakin, rê li ber kuştina rojnamevanan û bertengkirina karê rojnamevaniyê bigirin.
Rojnamevanên ku name îmze kirine:
1. Ebdullah Mela Nûrî - Siyasetmedar û parlamenterê xanenişîn
2. Guhdar Zêbarî - Rojnamevan û çalakvan
3. Dr. Elî Zelmî - Mamosteyê zanîngehê / Brîtanya
4. Şaxewan Elî Derwêş - Rojnamevan / Brîtanya
5. Saman Elaedîn Neqşbendî - Medyakar / Elmanya
6. Emîn Hacî Zelmî - Rojnamevan û çalakvan
7. Jiyan Mobêrg - Medyakar / London
8. Niyaz Ebdullah - Rojnamevan û parêzerê mafên mirovan / Fransa
9. Hewraman Nîmet - Rojnamevan, çalakvan / Brîtanya
10. Hendrên Hewramî - Rojnamevan / Belçîka
11. Îsmaîl Hemerehîm - Serokê Rêxistina Zîno bo Parastina Şûnewaran
12. Niyaz Hamid Brahîm - Şîrovekarê karûbarên Rojhilata Navîn / Kanada
13. Jalane Neqşebendî - Rojnamevan / Elmanya”