Rojnamevana li Şengalê hate destgîrkirin 3 roj in di greva birçîbûnê de ye

Rojnamevan Marlene Forster û Matej Kavcîc ên li Şengalê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin destgîrkirin, li gorî agahiyan li girtîgeheke îstîxbaratê ya li Bexdayê tecrîdkirî ne. Hate ragihandin ku Forster 3 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Rojnamevan Marlene Forster a Alman û Matej Kavcîc ê Slovenyayî, ji 20'ê Nîsanê ve li girtîgeheke Iraqê girtî ne.

Herdu rojnamevanên ku ji bo şopandina rewşa Şengalê li herêmê bûn, dema ku ji şahiya Çarşema Serê Salê vedigeriyan, li nuqteyeke kontrolê ya artêşa Iraqê hatin girtin.

Herdu rojnamevan 10 roj in girtî ye û li ser rewşa wan fikar tê kirin.

Dayika Marlene, Lydîa Forster beşdarî bernameya Çira Report a qenala Çira TV bû û li ser rewşa dawî agahî da.

Lydîa Forster diyar kir ku li ser rewşa keça xwe wê name ji gelek partiyên li Almanyayê û Wezareta Karên Derve re şandiye û xwestiye bikevin nava liv û tevgerê.

Lydîa Forster diyar kir, ku Sefareta Bilind a Almanyayê ya li Iraqê bi rêya Wezareta Karên Derve bersiv daye wê û diyar kiriye ku keça wê tevî rojnamevanê hevalê wê li Bexdayê li girtîgeheke îstîxbaratê têne girtin.

Li gorî agahiyên ku wezaretê ji Lydîa Forster re ragihand, keça wê Marlene ji ber zext û nêzîkatiyên hikumeta Iraqê 3 roj in ketiye greva birçîbûnê.

Her wiha diyar kir ku herdu rojnamevan li hucreya yek kesî têne ragirtin.

Dayik Lydîa Forster lewma fikarên xwe li ser tenduristiya keça xwe anî ziman û ji rayedaran xwest ku ji bo berdana keça wê û hevalê wê bikevin nava liv û tevgerê.

Rojnamevan Marlene Forster û Matej Kavcîc li Şengalê bi nûnerên gelek saziyan re hevpeyvîn kirin û hewl dan reşwa Şengalê ji raya giştî re ragihînin.

Saziya Çand û Hunerê û Tenduristiyê ya Şengalê ji wan saziyan bû ku rojnamevanan serdana wan kirin û hevpeyvîn kirin.

Endamên herdu saziyan Şoreş Şengalî û Tehsîn Şengalî xwestin tavilê bêne berdan.