Rojnamevan Wedat Hisên li Silêmaniyê bi merasîmekê hate bibîranîn

Bi boneya çaremîn salvegera qetilkirina nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên, li Silêmaniyê merasimek bîranînê ya bi girseyî hate lidarxistin.

Di saetên êvarê de li Sekoy Azadî li Parka Azadî ya Silêmaniyê, bi boneya çaremîn salvegera qetilkirina rojnamevan û nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên merasîmek bîranînê hate lidarxistin.

Li aliyê din asayîşa PDK’ê rê neda ku li Dihokê li ser goristanê rojnamevan Wedat Hisên bê bibîranîn. Asayîşa Dihokê di dema merasîmê de Nûnerê Navenda Metro Eyhan Seîd, rêkxerê merasîmê Karwan Sedîq û nûçegihanê Gelî Kurdistan Umêd Berojkî destgîrkirin.

Di merasîma bîranînê ya rojnamevan Wedat Hisên a li Silêmanî hate kirin de gelek rojnamevan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatiyên Silêmaniyê amade bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir û piştre mûm hatin pêxistin.

Piştre li ser navê Rojnewsê daxuyaniyek ji aliyê Ferhad Kelhor ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin tevî çar sal di ser qetilkirina Wedat Hisên re derbas dibin jî hîna ti pêşkeftinek nû di doza wî de çênebûye. Di dewamê de hate gotin, nava rojê li naverasta bajêr li pêş çavê gel hate revandin, lê kesek tenê jî li ser vê bûyera qetikirinê nehat dadgehkirin û nehat sizadan.

Li ser navê Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamevanan jî daxuyaniyek ji aliyê Rêveberê Navendê Diyarî Enwer ve hate xwendin û hate gotin: “Ji ber nebûna îradeyek siyasî ji bo guhertinê, heya niha jî Herêma Kurdistan jîngehek destdaye ji bo kuştina rojnamevan, jinan û çalakvanên mafên mirov.”

Di dewamê de Diyarî Enwer balkişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û daxwaz ji hikûmetê kir rê li pêşiya rojnamevanan negirin daku dagirkeriya Tirk eşkere bikin.

Di dawiya merasîmê de jî çaremîn xelata Wedat Hisên pêşkêşî rojnamevan Qehreman Şukrî hate kirin ku nêzî 50 roj in li Dihokê di girtîgehê de tê ragirtin. Xelat ji aliyê birayê rojnamevan Serdeşt Osman Beşdar Osman ve hate wergirtin.

Her wiha xelatek jî pêşkêşî rojnamevan Hewraz Ehmed hate kirin.