Rojnamevan Turfent jî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye

Rojnamevanê dîlgirtî Nedîm Turfent jî li dijî tecrîda li Îmraliyê tevlî greva birçîbûnê bû.

Li girtîgehan, greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdara 2020'î de dest pê kir, dewam dike. Rojnamevanê dîlgirtî Nedîm Turfent ê ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê girtin, ragihand ku ew jî tevlî koma 26'an a greva birçîbûnê bûye.

'DEMA KU TECRÎD RABÛ, BÊHN WÊ BÊ BER ME HEMÛYAN'

Turfent bi rêya malbata xwe ev peyam şand:

"Wezareta Edaletê mîna 'Xêra Xwedê' nêzî pandemiyê dibe û tecrîda ku bi salan e li Îmraliyê heye li girtîgehan hemûyan belav kiriye. Di nava tecrîdeke giran de tê xwestin ku bêhn li girtiyan bê çikandin. Di rewşeke wiha de ku mafên me hemû hatine betalkirin, ez jî ji îro û pê ve dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan dikim. Bidawîkirina tecrîdê wê bêhnê bîne ber me hemûyan."