Rojnamevan Mirad Mîrza li ser gora xwe hat bibîranîn

Xebatkarê Çira FM Mirad Mîrza ê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, di roja 40’emîn de ji aliyê malbat û hevrêyên xwe ve bi merasîmekê hat bibîranîn.

MIRAD MÎRZA

Ji ber roja 40’emîn a şehadeta endamê Çira FM’ê Mirad Mîrza li ber mala wan a li Şengalê konê sersaxiyê hat vedan. Piştî qebûlkirina sersaxiyê, kedkarên çapemeniya azad ên Şengalê çûn ser gora Mirad Mîrza û gul danîn ser gora wî.

Endama Ragihandina Azad ya Jinên Şengalê Bêrîvan Şengalî li ser mijarê axivî û got: “Beriya 40 rojan hevalê me Mirad di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd ket û her wiha du hevalên me birîndar bûn. Em îro hatine ser gora Şehîd Mirad û di şexsê wî de em tevahiya şehîdên tekoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr tîin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Hedef ew bû ku rastiya civaka me neyê eşkerekirin û karê ragihandinê li Şengalê de lewaz bibe. Lê bi tu êrîşên dijmin nikare me lewaz bike. Mixabin heya niha ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li hember vê êrişê tu helwestek nehatiya nîşandan. Em bang li tevhiya saziyên parastina mafê rojnemevanan dikin li dijî êrîşên liser rojnemevanan derkevin û mafê wan biparêzin. Ne tenê li Şengalê, li her derê rojnamevan rastî êrîşan tên û ev yek li dijî qanûnên navnetewî ye.”

Rojnamevan Merwan Malo jî diyar kir ku li gorî destûra Iraqê û navdewletî pêwîste rojnemevan bên parastin û got, “Lê ev yek li Iraqê pêk nayê û Iraq li gor destûrê xwe nêzî rojnamevanan nabe. Eger Iraq li gorî destûra xwe tevbigere wê rê nede ji welatekê din li ser axa Iraqê êrîş pêk werin. Ev yek ji bo Iraqê xetere ye, di van salên dawî de Iraq gihiştiye yek ji welatên herî metrisîdar ji bo karê rojnamevaniyê.”

Merwan Maloaxaftina xwe wiha domand: “74 ferman li ser civaka me pêk hatine. Lê ev ferman tenê wek hejmar hatine nivîsandin. Lê fermana 74’an bi saya endamên ragihandina azad rastiya fermanê hat eşkerekirin. Ji bo ku rastiya dijmin neyê eşkerekirin, êrîşî ser me dikin. Lê bi şehîdkirina endamekê me wê nikaribin dengê heqîqetê qut bikin.”

Dewleta Tirk a dagirker 8’ê Tîrmehê bombe li wesayîta ragihandina azad ya Çira TV û FM’ê barandibû û di encamê de nûçegihana Çira TV’yê Medya Hesen Kemal, nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza Birahîm, li gel kedkarê çapemeniya azad Xelef Xidir birîndar bûbûn. Ji ber birîna Mirad Mîrza giran bû, heman rojê rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê. Piştî têkoşîna çend rojan derengiya şeva 11’ê Tîrmehê li nexweşxaneyê şehîd bû.