Rojnamevan Kiliç li Rihayê hate bibîranîn

Rojnamevan Kemal Kiliç ê ku hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya li Rihayê hate bibîranîn.

Rojnamevan Kemal Kiliç ê ku nûnerê Rihayê yê rojnameya Ozgur Gundemê bû û di sala 1993’an de hate qetilkirin, hate bibîranîn. Rêveberê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Kadrî Esen, parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêveberên HDP’ê tevlî bibîranînê bûn.

Rêveberê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Kadrî Esen di bibîranînê de got ku, “Rêhevalê me Kemal Kiliç ji ber ku her dem qala rastî û heqîqetê kir, ji aliyê hêzên tarî bû hedef. Wê demê hevalên me yên li ser şopa heqîqetê dihatin qetilkirin îro jî hevalên me digirin. Lê divê were zanîn ku çapemeniya azad mezin û xurt bûye.”

Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî diyar kir ku êrîşên li dijî çapemeniya azad tu carî bi dawî nebûye û got ku, “Gelek kesên ku qala zext û êrîşan kirin, hatin qetilkirin. 27 sal ji ser qetilkirina Kiliç derbas bû. Kujer nehatin darizandin lê dosye hate girtin. Beriya ku were qetilkirin gilî kiriye lê tevdîr nehatiye stendin. Walî û gerînendeyê emniyetê yê wê demê berpirs in. A niha jî bi dehan Rojnamevan tên girtin.”

Piştî ku qerenfîl danîn ser gora Kemal Kiliç bibîranîn bi dawî bû.