Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn li Ranyayê hatin bibîranîn

Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn yên di 23’ê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, li Ranyayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi SÎHA’yê êrîşî wesayîta ku rojnamevan tê de bûn kir û Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kir. Di saetên êvarî de li ber Baxê Giştî yê navçeya Ranyayê bi tevlîbûna çalakvan, rojnamevan û xelkê îdareya Raperînê li dijî qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê rojnamevan û çalakvanên Raperînê daxuyaniyek ji aliyê Dîvan Sîhad ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Trik li dervey hemû pîvan û yasayên navdewletî şerê tinekirina gelê Kurd dike û got: “Di şer de çekên qedexekirî bikartîne, rez û baxên welatiyan û jîngeha Kurdistanê wêran dike. Di nava gund û bajaran de sivîlan û rojnamevanan hedef digre û wan şehîd dixe.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku hikûmeta Iraq û Herêmê ji van binpêkirin û rijandina xwîna rojnamevanan berpirsin û wiha dom kir: “Ev kiryarên terorîstî li dijî hemû yasa û pîvanên navdewletîne û sucên şerin. Pêwîste berpirsên êrîşê û xiyanetkarên ku hevkariya dijmin kirine, werin cezakirin û şermezarkirin. Bêdengiya hikûmeta Herêmê û bêdengiya raya giştî bûye sedem êrîş û terora dewleta Tirk a li beramberî azadîxwazên Kurd berdewam bike.”

Di dewamê de bang li rêxistinên navdewletî, mafên mirov û sendîkayên rojnamevanan ên Iraq û cîhanê hat kirin ku li dijî van tawanan bêdeng nemînin û zextên li ser dewleta Tirk zêde bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî soza şopandina rêya şehîd Gulistan û Hêro hat dayîn û hat gotin ew ê heta dawiyê ji bo serxistina vîna azad têbikoşin.