Rojnamevan Evrim Denîz jî hat destgîrkirin

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya navend Amedê de, rojnamevan Evrîm Denîz jî hat destgîrkirin.

Rojnamevan Evrîm Denîz ku ji bo dayîna îfadeyê xwe bang lê hat kirin û çû Amîriya Navendî ya Polîsan a Hizûrê ya Amedê, hat destgîrkirin.

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê da destpêkirin, li Enqere, Stenbol û Îzmîrê bi ser malan de hat girtin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz û Firat Can Arslan û edîtora T24’ê Sîbel Yukler û edîtora Bîanetê Evrîm Kepenek hatin destgîrkirin.

Rojnamevanan, ji ber ku nûçeya têkildarê guhertina cihê hevsera endamê şandeyê wezîr û dozgerê ku îdianemeya 18 rojnamevanan li Amedê amade kir, li ser hesabê xwe Twîtter’ê parve kir, hatin destgîrkirin.