Rojnamevan Dîcle Muftuoglû hate berdan

Hevseroka DFG'ê rojnamevan Dîcle Muftuoglû hate berdan.

Sêyemîn danişîna doza Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû hat lidarxistin. Muftuoglû di 29’ê nîsana 2023’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Rojnamegeran a Cîhanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna doza Muftuoglû li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Muftuoglû bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” dihat darizandin.

Muftuoglû li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) te li danişînê bû. Parêzerên Muftuoglû jî di danişînê de amade bûn. Her wiha gelek rêxistinên pîşeyî jî danişînê dişopînin.

Endamên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê jî tev li danişînê bûn.

Di danişînê de dozger xwest rewşa girtî ya rojnameger Muftuoglû bidome.

Şandeya dadgehê jî biryara tehliyeyê da.