Rojnamevan dibêjin 'Na'
Rojnamevanên li Amedê referandûma 16'ê Nîsanê pêk bê nirxandin û diyar kirin, ji bo rojnamevanên hatin kuştin û yên di girtîgehan de wê bibêjin 'Na'.
Rojnamevanên li Amedê referandûma 16'ê Nîsanê pêk bê nirxandin û diyar kirin, ji bo rojnamevanên hatin kuştin û yên di girtîgehan de wê bibêjin 'Na'.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê amedekariyên referandûma 16'ê Nîsanê didomin û tê payîn ku li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê, dengê 'Na' derkeve pêş. Rojnamevanên li Amedê, Vedat Kûrşûn, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Rojeva Medya Murat Sekmen û Midûrê Nûçeyan yê Ozgur Gun Tv ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (BHQ) hat girtin Omer Tur der barê referandûma 16'ê Nîsanê pêk bê de ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku wê ji bo rojnamevanên hatine qetilkirin û yên di girtîgehan de ne, bi dengê herî xurt bibêjin 'Na'.
KÛRŞÛN: QEDERA GELAN WÊ BÊ TAYÎNKIRIN
Rojnamevan Vedat Kûrşûn diyar kir ku referandûma 16'ê Nîsanê di her aliyê xwe de ji bo pêşeroja gelên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek girîng e. Kûrşûn da zanîn ku referandûm qedera gelan diyar dike û wiha axivî: "AKP dibêje em ê 'Destûra Bingehîn' ango li gorî ew dibêjin em ê qanûnê li gorî xwe biguherînin. Rast e, Tirkiye hatiye wê pêvajoyê ku xwe biguherîne, lê belê ne ku biçe rejîma şexsî. Komara Tirkiyeyê li ser yekparêzî û înkarkirina gelan hatiye damezrandin. Lê belê di saya têkoşîna gelê Kurd, Tirkiye ketiye pêvajoyek din. Ev yek jî veguherînek nû bi xwe re tîne. Gelên Kurdistan û Tirkiyê hatiye wê astê ku êdî bibe xwedî hêz û ber bi nûbûnek ve biçe. Lê belê ev nûbîn ne rejîma şexsî ye, divê Tirkiye ber bi demokrasiyek ve bimeşe. Ji bo vê yekê referandûm ji bo tayînkirina qedera gelan gelek girîng e."
'PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ BI REJÎMA ŞEXSÎ NÎNE'
Kûrşûn anî ziman ku gelek sedemên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê hene ku di referandûmê de bêje 'Na' û got: "Divê mirov destpêkê ji 'Erê' destpê bike çima gel bêjin 'Erê'. Dema ku em li siyaset û paketa AKP/MHP'ê dinêrin tenê tiştek derdikeve pêş, daxwaza wan tenê guhertina rejîmê ye û vê rejîmê têxin destê şexsekê de. Ti kes naveroka vê rejîmê nizan e. Lê belê dema em li aliyê 'Na' dinêrin, sedemê ku gel bêje 'Na' pir e. Di qanûna wan de dîsa yek parêzî, faşîst û qanûnên gelan tine dibîne hene. Ji bo gelê herêmê pêşiya pişaftin, înkar û îmhayê bigre divê bi dengekî xurt bibêjin 'Na'. Heger di referandûmê de 'Erê' derkeve dê înkar û îmhaya gelan bidome. Bingeha AKP'ê li ser êrîş û îmhakirinê ava bûye. 'Na' dê bibe pêşxistina demokrasiyê û pêşerojan rojên azad."
'DENGÊ 'NA' BILIND BIKIN'
Kûrşûn bibir xist, eger dengê 'Erê' derkeve dê zext û êrîşên li ser çapemeniyê jî derkeve asta herî jor û ev tişt got: "Dema ku em li Tirkiyeyê dinêrin, em dibînin ku li her alî çapemenî hatiye dorpêç kirin û ew xistine nava destê xwe. Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji xwe di her alî de Rojnamevanên Kurd di hedefa dewletê de ne û li ber xwe jî didi. Çapemeniya Kurd bi berxwedana xwe hemû êrîşên wan vale derdixe. Lê mixabin dema ku em li Rojnamevanên Tirk dinêrin weke Rojnamevanên Kurd li ber xwe nadin. Di referandûmê de ji bo Rojnamevanên hatine qetilkirin û di girtîgehan de dîl tên girtin, divê em bi dengê herî xurt bibêjin 'Na' û dengê 'Na' bilind bikin."
SEKMEN: LI HEMBERÎ DÎKTATORIYÊ, PÊLA CIVAKÊ
Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Rojeva Medya Mûrat Sekmen jî got divê mirov referandûma 16'ê Nîsanê di aliyê civakê de binirxîne û wiha axivî: "Di çalakî û axaftinên rayedarên AKP'ê yên referandûmê de tê xuyakirin ku dê li Tikiyeyê pergalek çawan bê avakirin. Di desthilatdariya 15 salan ya AKP'ê de, rewşa civakê di kijan astê de bû, nêzîkatiyên li hemberî aliyên demokratîk û gelên Kurdistanê di kijan astê de bû bi awayek vekirî derketin holê. Heger di 16'ê Nîsanê de 'Erê' derkeve dê rewşa Tirkiyeyê ji vê serdemê xirabtir bibe. Hemû mafên heta niha bi têkoşînek bê hempa hatibûn destxistin û pêşketinên civakê yên derketin holê dê yek bi yek ji dest bê derxistin. Ji xwe di pratîkên niha de jî vê yekê bi awayek vekîr radike ber çavan. Divê hemû aliyên demokratîk û aştîxwaz li hemberî vê pêla dîkdatoriyê, pêlek civakî pêş bixin."
'JI BO ROJNAMEVAN NEYÊN GIRTIN Û KUŞTIN BIBÊJIN 'NA'
Sekmen daxuyakirin ku ji bo hemû Rojnamevanên dîl hatine girtin û qetilkirin wê bi dengê herî xurt bibêjin 'Na' û wiha pê de çû: "Ji beriya ku rejîma şexsî bê, li Kurdistan û Tirkiyeyê bayên wê xwe dan der. Gelek Rojnamevan dîl hatin girtin û di girtîgehê dene. Dîsan bi sedan saziyên çapemeniyê hatin girtin. Heger mirov pratîka AKP'ê ya li ser çapemeniyê bigre dest divê hemû Rojnamevan di 16'ê Nîsanê de bibêje 'Na' û piştevaniya kampanya 'Na' bike. Ji bo Rojnamevan neyên girtin û qetilkirin divê bibêjin 'Na'."
TUR: VÎNA GEL XESP DIKIN
Midûrê Nûçeyan yê Ozgur Gun Tv ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hat girtin Omer Tur jî diyar kir ku li Tirkiyê zext û zordarî li ser tevahiya civakê hatiye destpêkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Tirkiye weke dagirkerekê li Sûriye û Iraqê ye. Her wiha li Tirkiyeyê Rewşa Awarte hatiye îlankirin. Di Rewşa Awarte de, ji ber zext, binpêkirinên mafên mirovan, girtina parlamenteran û hevşaredaran, çûyîna referandûmê ne di cih deye. Hikûmeta AKP'ê dixwaze li Tirkiyeyê rejîma şexsî pêş bixe û vê yekê jî bi gel bide qebûlkirin. AKP dixwaze rejîma şexsî pêş bixe û lê di bingeha polîtîkayên wan de valehî heye. Gelo di 18 xalên serokatiyê de çi heye? Gelo kesên weke mûçeyê herî kêm digre dê rewşa wan baş bibe, dê rewşa karkeran çawan be, dê Dolar û Euro bikeve yan na, bi hezaran şîrketên hatine girtin dê vebin yan na, dê rewşa esnfan baş bibe, divê mirov hinekê jî divê alî de binirxîne. Li Tirkiyeyê her ku diçe rewş ber bi xirabiyê ve diçe û krîz kûr dibe. Serokmar dibêje, daraz, meclîs, hiqûq, wezîr, polîs, leşker, heta karker û qeymeqamek jî dixwaze bindestê min de be. Vîna gel ji destê gel tê derxistin û dixwazin têxin destê kesekê de, êdî yek kes dê biryara her tiştî bide. Rejîm şexsî dibe bibe sedemê kuştin milyonan kesî, divê Tirkiye pêşiya vê yekê bigre."
'JI BO RAGIHANDINEK AZAD BIBÊJIN 'NA'
Tur daxuyan ku ji bo pêşeroja civakê û ragihandina azad divê em di 16'ê Nîsanê de bibêjin 'Na' û wiha got: "Ji bo rojên azad û geş divê em bêjin 'Na'. Televziyona me Ozgur Gun Tv jî nav de 12 Tv hatin girtin û zextên li ser çapemeniya azad de di asta herî jor de dewam dike. Li Tirkiyeyê ragihandin hatiye qedexekirin û ketiye destê şexsekê de.Îro mafê ragihandinê yê civakê ji destê wê hatiye girtin. Raya giştî rast nikare agahdar bibe. Niha AKP çi dixwaze yan jî Erdogan çi dixwaze ew tişt tê servîs kirin. Ji bo pêşî li dîkdatoriyê bê girtin divê her kes cihê xwe di eniya 'Na' de bigre. Bapirên me wiha dibêjin, ji gundê bê rez, ji şivanê bê pez ji kesê dibêje ez û ez bireve bilez û bez."