Rojnameger Orûç û 2  HDP’yî hatin girtin

Hevserokê HDP’a Bazîdê Abdullah Ekelek û Muhammet Îkram Muftuoglû yên bi rojnameger Azîz Orûç re hatibûn destgîrkirin, hatin girtin. Lêpirsîna Orûç didome û biryara nepen danîn ser dosyeya wî.

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di 11’ê Kanûnê de li gel rojnameger Azîz Orûç, Hevserokê HDP’a Bazîdê Abdullah Ekelek û welatî Muhammet Îkram Muftuoglu hatibûn destgîrkirin. Îfadeyên Ekelek û Muftugolû yên li emniyetê bi dawî bûn û wan birin Dadgeha Bazîdê û derxistin dozgeriyê.

Piştî îfadeyên Ekelek û Muftuoglû li dadgehê bi dawî bûn bi îdîaya “Alîkariya rêxistinê kirine” hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Agirî.

BIRYARA ‘NEPEN’ DANÎN SER DOSYEYA ORÛÇ

Lêpirsîna rojnameger Azîz Orûç li Miduriyeta Polîsan a Bazîdê hêj didome. Hat zanîn ku biryara “nepen” danîne ser dosyeya Orûç û qedexeya ser parêzer nikare wî bibîne jî didome.