ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Tebaxa 2019'an.

-Beriya 5 salan çeteyên DAÎŞ'ê êrîş bi ser Şengalê de birin. Piştî qirkirina li ser Êzîdiyan yekîneyên YJŞ'ê û YBŞ'ê hatin avakirin. Ji ber salvegera 5'an a qirkirinê 3'yê Tebaxê mîna ''Roja çalakiyê ya li dijî Femînîsîdê'' hate ragihandin.

-Çeteyên DAÎŞ'ê 3'yê Tebaxa 2014'an êrîş birin ser Şengalê. Bi hezaran Kurdên Êzîdî ji bêgavî malên xwe berdan, bi hezaran jin û zarok ji hêla çeteyên DAÎŞ'ê ve hatine revandin. Piraniya jin û zarokan li bazarên koleyan hatin firotin.

-Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş bal kişande ser pêngava ''Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan'' û got, divê pêşî jin rabin ser piyan.

-FEDA'yê têkilî salvegera 5'an a Komkujiya Şengalê daxuyanî da û got, ''Ên ku ji komkujiya Şengalê berpirs, nasname û rayeya wan çi jî be divê werin darizandin.''

-Derkete holê Girtîgeha Tîpa T'yê ya Sîwerekê, bi hinceta ku ''gefê li ewlehiya saziyê dixwe'' rojnameya Yenî Yaşamê sansûr kiriye.

-Mamosteyên Efrînî ku ji bêgavî koç kirine, piştî betlaneya dibistanê, di dewr Ş. Mamoste Egîd de, ya Akademiya Ş. Polat Efrîn, perwerdehiya branş, îdeolojîk û kesayatiyê dibînin.

-Li Colemêrgê, navendê qeyûm kavilbûneke çawa anî, şêniyên bajêr çi difikirin, şaredarên nû çawa dixebitin.

-Eger germbûna global ya çavkaniyên xwe ji xebatên mirovan digere nebûya, wê li welatên Ewropayê germahiya  havîna derbasbûyî 1,5 û 3 pile hê kêmtir bûbûya.

-Piştî ku DYE û Rûsyayê dawî li Peymana Hêza Nukleerê ya Menzîl Navîn (INF) anî pêşbaziya biçekkirinê destpê kir. DYE wê pêşketina moşeka nû ya ji bejahiyê tê avêtina hewayê bileztir bikei