Rojek bi Nasir Yagiz re...

Tevî ku gelekî ji hal ketiye, hîn jî rûyê wî li ken e.

Dem ji bo wî bi rengekî cuda diçe. Her saeta ku dibihure ji bedena wî tiştekî bi xwe re dibe. Kêm radizê, kêm dibihîze, ronahî êdî wî bêzar dike, çavên wî zû diweste, êdî bi zehmetî dixwîne ya jî qet nikare bixwîne.

Organên wî hemû hewl didin li gorî rewşa nû bixebitin. Her saeta ku diçe lê bêhtir giran dibe, mehdê wî zêde dixele, êşên giran li serê wî dide û tansiyona wî her dikeve.

Tevî van hemûyan jî rûyê wî her li ken e. Dibêje, "Ji ber ku baş bi armanca çalakiya xwe zanim, hûn ê ti carî min bê moral nebînin."

Bû 76 roj in ku di greva birçîbûnê de ye. Ne çend saet, ne rojek, ya jî ne çend roj, tam 76 roj. Saet êdî bûne hezar: 1824 saetên li dijî birçîbûnê.

Bêguman berxwedana wî ne tenê ev e. Mîna gelek ciwanên Kurd ew jî di hedefa zext û gefan de bû. Ev rewş bû sedem ku ew timî di nava têkoşînê de be.

Nasir Yagiz ciwanekî ji Êlihê ye. Li dijî komkujî, qirkirin û polîtîkayên tinekirinê yên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Kurd ferz dike, têkoşiya. Piştî ku hêzên rejîmê ji bo girtina wî ketin nava hewldanan, neçar ma berê xwe bide Hewlêrê.

Heta ku dest bi greva birçîbûnê bike têkoşîna xwe dewam kir. Nasir Yagiz endamekî Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê ye. Greva birçîbûnê li hundirê avahiya nûnertiyê didomîne.

13 roj piştî destpêkirina greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, 21'ê Mijdarê wî jî bi rengekî bêdem û bêdorveger dest bi greva birçîbûnê kir.

Ji me re qala rojeke xwe kir. Di roja 75'an a çalakiya xwe de dema ku kesên hatin serdana wî pêşwazî dikir, gîtarek di destê wî de hebû. Ji ber rewşa wî ya tenduristiyê hesas bûye, maskeyek li ber devê wî ye.

Nasir Yagiz ji her kesên tên serdana wî re qala sedemên greva birçîbûnê dike. Dema ku qala bandora greva birçîbûnê ya li ser bedena xwe dike, naxwaze dayika wî ya hatiye gel wî bibihîze.

Bi hevokekê qala sedema greva birçîbûnê dike: "Ji bilî azadkirina Rêber Apo çareyeke me ya din nîne. Heta ku em wî azad nekin, em ê nikaribin azad bibin. Heta ku wî azad nekin em ê ji komkujiyan rizgar nebin."

Yagiz diyar dike, Ocalan ne tenê ji bo wan an jî gelê Kurd, ji bo gelên herêmê û gelan hemûyan şensê azadî û jiyana li dinyayeke bêşer e. Yagiz ji wê bawer dike ku dinyayeke bi vî rengî bi Ocalan pêkan e.

Jiyana rojane ya Nasir bi rêk û pêk e. Tevî ku dest bi greva birçîbûnê kiriye dest ji vê taybetmendiyê bernedaye. Dibêje, "Beriya dest bi çalakiyê bikim saet 12'ê şevê radizam, niha jî heman saetê radizêm."

Yagiz piştî ku hişyar dibe tişta ku destpêkê dike, bi çalakgerên li Strasboûrgê û yên din ên di greva birçîbûnê de ye diaxive. Bi axaftinê hêz didin hev, destekê didin hev. Dibêje, "Xuya ye çalakgerên li her derê bûne mîna malbatekê."

Yagiz dewam dike: "Bi xwişka Leyla re em tenê carekê axivîn. Ji bo min bû hêzeke mezin dema min dengê wê bihîst. Di dema diyarkirî de em bi hevalên xwe yên çalakger re diaxivin. Ji her devera dinyayê, kî nûmareya min a telefonê peyda dike li min digerin, pîroz dikin û destekê didin. Heta êvarê li min digerin. Ez jî bersivê didim her kesên li min digere, hem moralê didim wan, hem jî moralê ji wan digirim."

Hefteyeke dayika Yagiz li gel wî ye. Yagiz dibîne ku dayika wî gelekî pê diêşe û dibêje, "Naxwazim ew zêdetir biêşe. Lê belê moral û hêza herî mezin jî ez ji wê digirim. Ji ber ku ji min re dibêje, ev biryara te ye, heta dawiyê em hurmetê nîşanî biryara te didin û li pişt biryara te ne."

Dema bû derengiya şevê em neçar man ji gel Yagiz biçin. Ji bo Nasir şeveke din a giran dest pê dike. Saetên ku dawî li wan nayê. Êşên nava rojê bi şev girantir dibin. Yagiz dibêje, "Qet ne girîng e. Em zanin ku em çi dixwazin. Em zanin ku ji bo vê daxwazê jî berdêlên mezin divê."