Rojda: Bi navê Azê li ser şopa wê me

Gerîlaya YJA Starê Azê Rojda ragihand ku piştî şehadeta ji fermandarên YJA Starê Azê Malazgîrt tevlî nava refên têkoşînê bû, navê wê li xwe kir û wê li ser şopa wê bimeşe.

Gerîlaya YJA Starê Azê Rojda ragihand ku hilanîna navê şehîdan d inava PKK'ê de hesta tolhildanê ye û got, "Tu navê wan li xwe dike, li ser şopa wan dimeşe û bi gotin û çalakiya wan li dijmin dixe. Bi vî rengî tu mezin dibe. Ev yek jî bersiveke mezine."

Ji fermandarên YJA Starê Azê Malazgîrt di 11'ê Mijdara 2017'an de li Şirnexê şehîd bû. Gerîlaya YJA Starê Azê Rojda bi bandora Azê Malazgîrt tevlî nava refên gerîla bû û navê wê li xwe kir. Rojda ji ANF'ê re axivî.

Rojda anî ziman ku beriya tevlî bibe piştî ku ji girtîgehê derket 5 mehan cezayê girtîgeha li malê lê hate birîn û piştî ku ev qediya biryara wê ya tevlîbûnê berbiçav bû. Rojda got, "Bi vê yekê re tu êdî weke jinekê li ber dijmin radibe û gavê diavêje. Konsepta şerê taybet a dijmin êdî ne xema te ye." Rojda ragihand ku piştî ku Azê Malazgîrt şehîd bû biryara wê xurtir bû û tevlî nava refên gerîla bû.

Rojda diyar kir ku dema tevlî perwerdeya şervanên nû bû wê gelekî navê Azê Malazgîrt bihîst û biryar da ku li ser şopa Malazgîrt bimeşe, navê wê hilîne û got, "Dema ku min navê wê li xwe kir, ketim nava hesteke welê ku divê wê ji nû ve dewam bikim, ji nû ve mezin bikim û di her kêliya jiyana xwe de wê bijîm. Pêkanîna vê yekê wezîfeyeke cuda ye. Bi navê wê re êdî barek dikeve ser milê te. Ji aliyê manewî ve gaveke xurte, derbeke cuda ye ku li dijmin tê xistin. Min ji dijmin re got, 'Azê nemir, Ez Azê me, bi hezaran Azê hene'."

Gerîlaya YJA Starê Azê Rojda ragihand ku hilanîna navê şehîdan d inava PKK'ê de hesta tolhildanê ye û got, "Tu navê wan li xwe dike, li ser şopa wan dimeşe û bi gotin û çalakiya wan li dijmin dixe. Bi vî rengî tu mezin dibe. Ev yek jî bersiveke mezine. Li şûna her hevrêyên me yên şehîd dibin bi dehan ciwan tevlî dibin. PKK refên xwe bi şehadetan xurt dike. Ji ber vê yekê tevî êrişên leşkerî û psîkolojîk ên dijmin PKK wê ti carî neqede."