Rojava û Şengal têne dorpêçkirin

PDK'ê hejmara qereqolên xwe yên li ser sînorê Rojava ji 8'an kir 66, Iraqê jî li derdora Şengalê dest bi lêkirina dîwêr kir. Bi vî rengî hem Şengal hem jî Rojava têne dorpêçkirin.

PDK du sal in bi Tirkiyeyê re bi rengekî koordînekirî mîna êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi dorpêçkirina Rojava kiriye. Li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ku dirêjahiya wê bi 33 kîlometreyan e, PDK'ê hejmara qereqolên xwe kir 66 û bi sedan çeper çêkir. PDK'ê yekîneyên xwe yên taybet li gel kamerayên termal û wesayitên zirxî ber bi herêmê ve şand û li ser sînor bi hevkariya dewleta Tirk baregeh ava kir.

Beriya şerê li Sûriyeyê, sînorê Rojavayê Kurdistanê yê bi PDK'ê re ji Pêşxabûr destpê dikir ku li sêgoşeya Tirkiye-Sûriye-Iraqê ye û heta gundê Sihêlayê dewam dikir. Ji gundê Sihêla yê Iraqê heta bi deriyê sînor ê Rabîa jî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû. Li ser vî sînorî jî heta sala 2012'an tenê 8 qereqol hebûn ku ji dema Saddam mabûn û ji aliyê hêzên PDK'ê ve dihatin bikaranîn. Sala 2012'an yanî bi destpêkirina Şoreşa Rojava re PDK'ê hejmara van qereqolan gihand 20'î. Qîma xwe bi vê jî neanî, di Nîsan-Gulana 2014'an de li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê xendek kola.

ALIYÊ IRAQÊ YÊ SÎNOR JÎ JI ALIYÊ YPG/YPJ'Ê VE HATE RIZGARKIRIN

Piştî ku DAÎŞ'ê di Hezîrana 2014'an de êriş bir ser Mûsilê, artêşa Iraqê ji gundê Şihêla yê li ser sînorê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê heta bi Deriyê Sînor ê Rebîayê dest seranserê xeta sînor berda. Li cihên ku Iraqê vala kir PDK û hejmareke kêm hêzên YNK'ê bi cih bûn. Bi 3'ê Tebaxa 2014'an destpêkirina êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê re vê carê jî PDK'ê hêza xwe ya ji 12 hezar kesî ji herêmê vekişand û Êzidî di nava qirkirinê de hişt; navçeya Rebîa ya navbera Şengalê û Til Koçerê û Deriyê Sînor ê Rebîayê jî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin dagirkirin. Mîna leşkerên Iraqê pêşmergeyan jî xwe ji vê xetê vekişandin. Şervanên YPG/YPJ'ê ji bo rizgarkirina Êzidiyên bi qirkirinê re rû bi rû mabûn, ji Til Koçerê destpê kir û heta Şengalê li dijî DAÎŞ'ê şer kir û korîdorek vekir. Şervanan 3'ê Tebaxê piştî nîvro gundên Tawis, Kaîle û Mahmûdiyê yên bi 15 kîlometreyan dûrî Rebîayê ne ji DAÎŞ'ê rizgar kirin. Di nava Rebîa de şerê bi DAÎŞ'ê re demeke dirêj dewam kir. Rebîa û deriyê sînor 3'ê Îlona 2014'an bi tevlîbûna hinek ji pêşmergeyên YNK û PDK'ê bi temamî hatin rizgarkirin.

REBÎA HATE RIZGARKIRIN Û JI PÊŞMERGEYAN RE HATE HIŞTIN

Şervanên YPG û YPJ'ê ku beşeke mezin a bajarokê Rebîayê kontrol kirin, bajarok radestî pêşmergeyan kirin û derbasî Rojava bûn. Bi vî rengî ji Pêşxabûrê heta bi Rebîa û Deriyê Sînor ê Rebîayê aliyê din ê sînor ku 86 kîlometre ye hemû kete bin kontrola pêşmergeyan.

PDK'Ê CARA 2'EMÎN DEST JI SÎNOR BERDA

Bi pêvajoyê re ji ber nêzîkatiyên PDK û YNK'ê yên ji bo parvekirina herêmê, li herêmê tenê pêşmergeyên PDK'ê man. Bi referandûmê re ku ji aliyê PDK'ê ve hate kirin, artêşa Iraqê Cotmeha 2017'an kete nava liv û tevgerê û di serî de Kerkûk kete nava gelek herêman. PDK'ê beşeke sînorê Dêrik-Til Koçerê careke din terikand û xwe vekişand heta gundê Mahmûdiyê ku bi 15 kîlometreyan dûrî bajarokê Rebîa ye.

Ji Cotmeha 2017'an û heta niha ji sêgoşeya Pêşxabûrê ya li pêşberî Dêrikê heta bi gundê Mahmûdiyê yê li hemberî Til Koçerê ye, PDK xeta sînor a ji 36 kîlometreyî kontrol dike. Ji vê xetê û pê ve sînorê navbera Qamişlo û Şengalê jî di navbera salên 2017 û 2021'ê de ji aliyê Heşdî Şabî, piştre jî ji aliyê hêzên polîsên Iraqê ve tê kontrolkirin. Ev xet ji Dêrikê destpê dike digihêje Rebîa ye, ji wir jî digihêje heta nêzî Şengalê.

PIŞTÎ HEVDÎTINÊN BI TIRKIYEYÊ RE

PDK'ê têkiliyên ku bi pêvajoya 'Referandûma Serxwebûnê' re bi Tirkiyeyê re xera bûn, li ser dijberiya li PKK, Şoreşa Rojava û Kurdan ji nû ve şa kir û di mijara sînorê Rojava de, careke din bi Tirkiyeyê re hevkarî kir. Piştî ku bang li Nêçirvan Barzanî hate kirin û li Enqereyê bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû re hevdîtin kir, PDK'ê li seranserê sînorê Rojava hîn bêhtir qereqol û nuqteyên kontrolkirinê ava kir û hêzên xwe zêde kir. Ji girên nêzî Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê heta bi gundê Mahmûdiyê, qereqolên nû û nuqteyên leşkerî hatin avakirin. Ji bo qereqolên kevn û yên nû hêz û çekên giran hatin bicihkirin. Kamerayên termal li van qereqolan hatin bicihkirin. Bi taybetî li baregeha Xanikê û Şilikê amûrên teknîkî hatin bicihkirin.

MÎT Û ÎSTÎXBARATA PDK'Ê BI CIH BÛN

MÎT û îstîxbarata PDK'ê li baregehên El Qale û Şilikiyê yên li qiraxa Çemê Dîcleyê bi cih bûn. Mirovên ku ji Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn bi taybetî jî malbatên ku zarokên wan di saziyên leşkerî yên Rêveberiya Xweser de ne, bi rengekî giran hatin lêpirsîn. Li çiyayê Bêxêr ê li Başûrê Kurdistanê ku sînorê Rojava jê xuya dike, baregeh ji bo balafirên keşfê yên dewleta Tirk hate çêkirin.

PIŞTÎ PEYMANA LI SER ŞENGALÊ BI TEMAMÎ HATE DORPÊÇKIRIN

Piştî 'Peymana li ser Şengalê' ku bi zexta dewleta Tirk û di bin kontrola DYE û Neteweyên Yekbûyî de ji aliyê PDK û Kazimî ve li dijî îradeya siyasî û leşkerî ya Şengalê hate çêkirin, PDK'ê karên xwe yên ji bo dorpêçkirina sînorê Rojava zêde kir. PDK'ê meha Kanûnê ji nû ve yekîneyên xwe yên taybet li ser sînor bi cih kir û dest bi çêkirina qereqolên nû kir. Beriya 2.5 mehan li gundê Mahmûdiyê di navbera hêzên xwe û hêzên sînor ên Iraqê de 3 qereqolên nû çêkir. Bi vî rengî ji Pêşxabûrê heta gundê Mahmûdiyê li sînorê ji 33 kîlometreyan ê Rojavayê Kurdistanê herî kêm 66 qereqol û bi sedan çeperên ji axê yên PDK'ê hatin çêkirin. Bi vî rengî sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê niha bi temamî hatiye dorpêçkirin.

AMBARGOYA ABORÎ JÎ TÊ FERZKIRIN

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê yê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê gelek caran hate girtin û ji aliyê PDK'ê ve ambargo li ser Rojava hate danîn. Piştî ku hikumeta Kazimî tevlî polîtîkayên dij bi Kurd ên dewleta Tirk û PDK'ê bû, Deriyê Sînor ê El Welîd ê li ser sînorê Şengalê dem bi dem hate girtin û piştgirî ji ambargoya aborî re hate dayin. Ji xwe ji par ve mirovên dixwazin ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Başûr bibin neçar dimînin ku beriya bi mehan agahiyê bidin û Parastin jî destûrê bide.

IRAQ JÎ TEVLÎ DORPÊÇKIRINÊ HATE KIRIN

Sînorê Başûr û Rojava ji aliyê PDK'ê ve bi temamî hate dorpêçkirin. Hikumeta Kazimî jî weke dewama 'Peymana Şengalê' li ser sînorê Şengalê û Rojava destpêkê têl û kamera danî, ji Adarê û vir ve jî bi dirêjahiya 250 kîlometreyî, bilindahiya 3 metreyî û qaliniya 75 cm'î dîwar lê dike.

PDK ku piştgiriyê dide êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji sala 2019'an û vir ve bi hêzên xwe yên taybet dorê li qadên gerîla digire.

BI DORPÊÇKIRINA SÊ ALÎ DIXWAZIN TÊKILIYÊ QUT BIKIN

Bi vî rengî di çarçoveya vê konseptê de dewleta Tirk, PDK û hikumeta Kazimî dixwazin Şengal, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê dorpêç bikin û têkiliyê qut bikin.