Roja Zimanê Dayîkê li Mexmûr hate pîrozkirin

Li Wargeha Mexmûr, bi tevlîbûna sedan xwendekaran Qada Perwerdehiyê ya wargehê bi daxuyaniyekê Roja Zimanê Dayîkê pîroz kir.

Li Dibistana Amedeyî ya Şehîd Koçerîn a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Qada Perwerdehiyê ya Mexmûrê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek a pîrozbahiyê da.

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê xwendekar Rojda Talî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ziman bedena mirov e, pêwîst e em li bedena xwe xwedî derbikevîn û bedew bikin. Lewra ku tu netew nikarin bê ziman were hizirandin. Ziman hêmana temanker a mirov e. Ev temamker jî bi çalakkirin û afrêneriya ziman derdikeve holê. Ji bo vê jî perwerdeya zimanê dayîkê ji hert iştî girîngtir e ji bo mirov. Di keseyata mirov de zimanê dayîkê cihek giring digirê. Perwerdeya zimanê biyanî rêya pişaftina gel e, lewra heta niha bi zimanê Kurdî perwerde nehatiye pêşxistin.

Ziman rêya li hevkirina civakan e. Bingeha hevalsaziya civakî ziman pêk tine. Bingehê avakirina perwerdeya zimanê dayîkê pêşxistina hunera ragahandinê ye. Zimanê Kurdî, zimanê herî kevnar ê li ser xaka Mezopotamyayê ye. Lê ji ber ku zimanê kurdî bi xwezayê ve girê dayî ye, di her qadê de dewletên dagirker xwestine Zimanê Kurdî tune bikin.

Dagirkeran tu caran encam negirtine. Gelê Kurd bi hebûna zimanê xwe kariye hebûn û nasnameya xwe jî biparêze. Çand û hunera Kurdî bi devokî ji nifşekê derbasî nifşekî din bûye. Lê em dibînîn ku niha ji ber teknik û bişaftina dagirkeran çand û zimanê Kurdî di bin xeteriyek mezin de ye. Ger em îro nikaribin bi zimanê dayîka xwe biaxivin û sibê zarokê me nekarin bi zimanê dayîka xwe biaxivin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bîjî Serok Apo” û “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.