Roja 6'emîn a Berxwedana Rûmetê: QSD-Şamê li ser sînor li hev kirin

QSD'ê û artêşa Şamê li hev kirin. Di çarçoveya peymanê de artêşa rêveberiya Şamê li ser sînor hate bicihkirin. Lê belê dewleta Tirk bi dehan carî êriş bir ser leşkerên Şamê.

Ji bo pêşî li êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bê girtin, di anvbera QSD'ê û rêveberiya Şamê de tenê li ser mekanîzmaya sînor peymanek hate îmzekirin. Di vê çarçoveyê de artêşa Sûriyeyê di serî de li Til Temir û Eyn Îsayê li seranserê xeta sînor bi cih bû.

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha digot; "Ji bo herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bêne rizgarkirin, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji bo piştgiriyê bide QSD'ê destûr ji artêşa Sûriyeyê re hatiye dayin ku li seranserê xeta sînor a Sûriye-Tirkiyeyê belav bibe. Ev lihevkirin ji bo azadkirina Efrînê û hemû herêmên ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve hatine dagirkirin derfetan biafirîne."

Bicihbûna artêşa Sûriyeyê li ser xeta sînor pêşî li êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk negirt. Leşkerên rejîma Sûriyeyê yên li ser sînor bi cih bûn, li Minbicê bûn hedefa çeteyên dewleta Tirk. Di êrişê de 2 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest dan, 3 leşker jî birîndar bûn.

ARTÊŞA TIRK CAREKE DIN WINDAHIYÊN GIRAN DA

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di şerê 14 Cotmehê de 103 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin, bi dehan jî birîndar bûne. Her wiha 2 tank, 2 panzer, 2 wesayitên doçka li ser û wesayiteke zirxî hatin îmhakirin.

23 şervanên ku bi rengekî fedayî li ber xwe dan şehîd bûn û 39 şervan jî birîndar bûn.

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ ÊRIŞA LI SER ROJNAMEVANAN

Di daxuyaniya Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) de hate gotin, "Doh saet di 16:00 de balafirên şer ên Tirk êriş birin ser konvoya sivîlan ku ji bajarê Qamişloyê ber bi Serêkaniyê ve bi rê ket. Di encama êrişê de nûçegihanê ANHA'yê rojnamevanê Kurdê Sûriyeyî Seed Ehmed şehîd bû, ji medya xwecihî herî kêm 4 rojnamevan birîndar bûn. Li gorî rapora Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda xwe li Londonê ye di vê êrişê de 5 sivîl şehîd bûn."

FIROTINA ÇEKAN HATE RAWESTANDIN

Wezîrê Karên Hundir ê Çekyayê Jan Hamace diyar kir ku wan firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestandine. Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Luigi De Mayo jî diyar kir ku hikumeta Îtalyayê dibe ku di saetên pêş de biryara ji bo rawestandina firotina çekan a ji Tirkiyeyê re ragihîne.

28 welatên Yekîtiya Ewropayê ji ber êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tirkiye şermezar kirin. Di civînê de hate ragihandin ku li ser bisînorkirina firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê li hev hatiye kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bang li wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewroapyê kir ku dewleta Tirk ji nû ve şermerzar bikin û ambargoya çekan deyne ser.

TRUMP PÊKANÎNÊN LI DIJÎ TIRKIYEYÊ EŞKERE KIR

Serokê DYE'yê Donald Trump ji ber êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wê biryarnameyeke Serokatiyê ya li ser pêkanînan di demeke nêz de biweşîne.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg anî ziman ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew bi fikar in û got, "Em dibînin ku li herêmê rewşeke gelekî nearam rû dide û mirov diêşin." Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew gelekî bi fikar in.

Kardînal Mario Zenari ku ji sala 2008'an ve li Sûriyeyê bi erka sefîrê dîplomat ê olî radibe wiha got, "Binpêkirina mafên mirovan a ku niha li Sûriyeyê diqewime ji binpêkirina mafên mirovan a di dema şerê cîhanê yê duyemîn de qewimî mezintir e."

Papa Franciscus jî ji bo rawestandina şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: "Bi giranbûna şer re xelk neçar dimîne ku cih û warê xwe biterikîne. Ji ber êrişên dewleta Tirk, xelkê ku bêçare dimîne malên xwe diterikînin."

Dîrektora Giştî ya UNICEF'ê Henrietta Fore ragihand ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nêzî 70 hezar zarok neçar man cih û warê xwe biterikînin û herî kêm 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 9 zarok jî birîndar bûn.

SIBE: Roja 7'an a Berxwedana Rûmetê: Fosfor a Spî û Bombeyên Qedexekirî hatin bikaranîn