Rêzeçalakiyên Mexmûriyan ên pîrozbahiya 15’ê Tebaxê îşev jî dom kir

Rêzeçalakiyên ji bo pîrozbahiya pêngava 15’ê Tebaxê yên bi pêşengiya TCM û TJCM’ê ev 3 roj bûn ku hemû şevê dihat lidarxistin îşev jî dom kir.

Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê ji 11’ê Tebaxê ve rêzeçalakiyên ji bo pîrozbahiya 15’ê Tebaxê dabûn destpêkirin her şev li qadekê yê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi tevlîbûna şêniyên wargehê şahî li darxistin.

Adresa çalakiya îşev jî Parka 4’ê Nîsanê bû. Di saetên destpêka şevê şêniyên Mexmûrê bera xwe dan cihê şahiyê û bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan merasîma xwe dan destpêkirin.

Piştre Endama Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr Şevin Taş daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser salvegera 15’ê Tebaxê û hat gotin, “Di salvegera 15’ê Tebaxê de şereke modern û gerîlayeke pispor pêş dikeve. Her roj li ser mezinkirina têkoşînê û şerê gelê şoreşgerî gelê me nêzî rojê pîroz dibe.”

 Di daxuyaniyê de her wiha hate ziman ku di 15’ê Tebaxê de guleya yekemîn destpêkê li xeta îxantkaran hatiye xistin û hat desnişankirin ku pêngava 15’ê Tebaxê di heman demê de têkoşîna gelê Botanê ye.

Piştî daxuyanî hat xwendin, Koma Gulîlkên Mexmûrê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kir û bi stranên xwe şahî coşandin. Pîrozbahî bi gerandina govend û dîlanê bi dawî bû.