Rêzan ê li ser şopa kekê xwe

Yûsûf Tûran (Rêzan Cûdî), di salên 90'î de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû û şehîd bû. Birayê wî navê wî li xwe kiriye û weke gerîlayekî niha li ser şopa wî dimeşe.

Rêzan Cûdî li Gundikê Melê yê Şirnexê ji dayik bû. Di emrê xwe yê zarokatiyê de têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Kekê wî Yûsûf Tûran, di salên 90'î de tevlî nava refên gerîla bû. Dewleta Tirk a bi vê hesiya, zext li malbata wî kir. Birayê wî Cûdî, li girtîgehên Amed û Şirnexê demeke kurt girtî ma. Piştî ku ji girtîgehê derket, yekser berê xwe da çiyê û di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû. Gerîla Cûdî ji ANF'ê re qala kekê xwe Yûsûf Tûran û rêwîtiya xwe ya gerîla kir.

HÊ 16 SALÎ BÛ

Cûdî anî ziman, di salên 90'î de ku ciwan pêl bi pêl tevlî nava refên gerîla dibûn, kekê wî Yûsûf di sala 1991'ê de heman tercîh kir û got, "Bi sedan jin û mêr ên ciwan ji Botanê tevlî nava refên gerîla bûn. Her ku zext û zilma dewletê zêde bû, gel û ciwanên Kurd hê bêhtir ji gerîla hez kirin. Gel xwedî li PKK'ê ya ku ew diparastin derket. Ciwan, di salên 90'î de ji bo pêşî li zilma dewletê ya bê dawî bigirin û welatê xwe azadb ikin, ref bi ref berê xwe dan gerîla. Kekê min Yûsûf, tevî ku emrê xwe gelekî ciwan bû fêhm kir ku ji bilî têkoşînê ti rê li ber gelê Kurd nîne û cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt."

LI YÊN MAYÎ ÎŞKENCE HATE KIRIN

Ji ber ku emrê wî hingî biçûk bû, kekê wî mîna xeyalekê tê bîra wî. Ji ber ku pê re nekarî gelek tiştan parve bike li ber xwe dikeve. Dewlet piştî ku bi tevlîbûna Yûsûf dihese, dest bi zextê li malbatê dike. Di wê demê de di nava xizmên wan ên nêz de cerdevan jî hene. Yek ji kekên wî jî cerdevan e, cerdevaniyê dike. Ya rast, neçar ma bû ku cerdevaniyê qebûl bike. Wan jî piştre dest ji cerdevaniyê berdan. Gerîla Cûdî qala kiryarên dewletê kir: "Îşkenceyeke giran li dayika min, li min û kekê min kirin. Ez û kekê min kirin binê çavan û ji bo me bikin ajan, elektrîk jî di nav de bi her awayî îşkence li me kirin. Ceyran didan bedena me. Ji me re digotin, 'cihên gerîla lê dimînin ji me re bêjin'. Em jî nedipeyivîn. Ji ber ku bi rastî jî me pê nezanî bûn. Tevî ku em bêguneh bûn, demeke dirêj em di binê çavan de girtin. Der heqê min de dadgehê biryara girtinê da. Piştî ku 45 rojan li Amedê û 20 rojan jî li Şirnexê di girtîgehê de mam, bi sedema ku 'delîleke têrker' der barê min de nîne, ez berdan."

ÊDÎ DEMA TEVLÎBÛNÊ YE

Dewletê qîma xwe bi zext û îşkenceyê nanî û dest bi zexta koçberkirinê kir. Hinekan jî digotin, 'biçin ji vê derê, li cihekî din bi cih bibin. Hûn dikarin ancax bi vî rengî xwe rizgar bikin'. Cûdî piştî ku ji girtîgehê derket fêhm kir ku êdî dem hatiye bi rengekî çalak tevlî nava refên têkoşînê bibe û got, "Ji bo doza temamkirina têkoşîna nîvcomayî ya Rêzan û gelek hevrêyên leheng ên mîna wî, ez tevlî nava refên gerîla bûm. Ji bo me wezîfeya sereke bû ku têkoşîna azadiyê ya wan bidomînin."

NE TENÊ JI BO KEKÊ XWE

Rêzan Cûdî diyar kir, ku wî di nava gerîla de li gerîlayên kekê wî nas dikirin guhdarî kiriye, lê baş hîn nebûye ku kengî şehîd bûye û got, bêguman bandoar kekê wî li ser tevlîbûna wî çêbûye, lê haya wî ji hişmendiya doza azadiyê hebû. Cûdî destnîşan kir, ku ne tenê ji bo kekê xwe, ji bo hilanîna tola hemû şehîdan û azadiya gelê Kurdistanê ew tevlî nava refên gerîla bûye û got, "Ez ê li ser şopa şehîdên me yên şoreşê bimeşim, têkoşîna nîvcomayî bidomînim û heta nefesa xwe ya dawî têbikoşim."