Rêya Wan-Colemêrgê bûye rêya mirinê

Ji ber qezayên trafîkê yên li ser rêya Wan-Colemêrgê  bûye rêya mirinê.

AKP ya ku bi rêyên ku çêdike pesnê xwe dide, ji ber sedema ku rêya Wan-Colemergê naqedîne û li ser rêyan bendê ewlehiyê nîn in hema hema roj qeza çêdibin û mirov dimirin.

Li ser rêya Colemêrg-Wanê her roj qezayên bi mirinê çêdibin û gelek kes birîndar dibin. Hikûmeta AKP’ê ku bi rêyên xwe pesnê xwe dide rêya Colemêrg-Wanê neqedand. Ji ber ku li ser rê bendên ewlehiyê nîn in, rê konçal in welatî helwestê nîşan didin. AKP ya ku hemû îdîa dike xizmetê dikin hemû vegurandin rantê, rêya Wan-Colemêrgê jî kire rant. Rêya 200 km’yî ku diviya di salekê de biqediya, bi salan e neqediyaye û tim dibe sedema mirinan.

WELATÎ MIRINÊ TÎNIN BER ÇAVAN Û VAN RÊYAN BI KAR TÎNIN

Li bajarên Tirkiyê hema hema hemû rê hatine qeandin lê rêyên Bakurê Kurdistanê nîvco têne hiştin û çêkirina rê bi salan didome. AKP ya ku rêyan bi vî halî dihêle û dike rant mirina welatiyan jî temaşe dike. Bi taybetî li ser rêya Wan-Colemêrg-Geverê di demên dawî de gelek qeza çêbûn. Herî dawî di Cejna Remezanê de di qezayê de dîsa mirov mirin, vê jî kir ku rêya Wan-Colemergê dîsa bibe rojev. Welatî mirinê tînin ber çavê xwe û neçar dimînin ku ji bo serdana cejnê vê rêyê bi kar bînin.

DI QEZAYA DAWÎ DE 4 KES MIRIN Û 7 KES BIRÎNDAR BÛN

Malbata Onal ku ji Colemergê diçûne Geverê bûne qurbanê rêya AKP’ê ya ku qet naqedîne. Dema ku diçûne Geverê ji ber ku di navbera Çemê Geverê û rê de benda ewlehiyê nîn e wesayita malbata Onal kete nav çêm. Di qezayê de ji malbata Onal yek jê jin, sê zarok mirin û 6 kes bi giranî birîndar bûn. Banu Onal a 41 salî hate veşartin lê cenazeyê 3 zarokan ê ku di çêm de winda bûn hê nehatine dîtin.

‘COLEMERGÎ AKP’Ê NAXWAZIN’

Welatî ji ber qezayên di rêya Wan-Colemergê de çêdibin helwestê nîşan didn û dibêjin ji dewletê jiyana wan tenê rant e. Wan heta niha tiştek ji dewletê nexwestine û naxwazin jî. Dewlet bi navê çêkirina rê hemû rêyên heyî jî xira dike. Welatî her wiha diyar dikin ku AKP tenê ziyanê dide mirovên herêmê û ew Colemêrgî AKP’ê naxwazin, çi tiştê ku AKP bike jî naxwazin.