Rêxistinên ciwanan: Em ê rêkxistina qetlîaman hilweşînin

Rêxistinên Ciwanan ên Stenbolê, di 6’emîn salvegera Qetlîama Roboskiyê de li Qada Khalkedonê Kadikoyê çalakiyek lidar xistin.

Rêxistinên ciwanan ê ku heta ku kesên fermana Qetlîama Roboskiyê dane bê darezandin û hesab bidin wê têkoşînê bidomînin û soza wê “Rêkxistina qetlîaman hilweşînin’ dan.

Rêxistinên Ciwanan ên, di 6’emîn salvegera Qetlîama Roboskiyê de li Qada Khalkedonê Kadikoyê kom bûn, destnîşan kirin ku heta rêkxistina qetlîaman hilweşînin wê têkoşînê bidomînin. Li ser rê nedana polîsan a ciwançn li pêşiya çayxaneya Piya kom bibûn bi dirûşim û pankartan bimeşin li Qada Khalkedonê daxuyaniyek dan. Li qadê wêneyên 34 ciwanên Kurd ên ku jiyana xwe ji dest dabûn hatin bilindkirin, ciwanan bi yek dengî dirûşmên “Roboskiyê ji bîr neke, nede jibîrkirin”, “Wê hesabê Roboskî ciwan bipirsin”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Biijî Biratiya gelan” qîr kirin. Li ser navê rêxistinên ciwanan Berfîn Akdenîz daxuyanî xwend.

Akdenîz di destpêkê de diyar kir ku beriya 6 salan 17 jê zarok 34 ciwanên Kurd ên li gundê Roboskî ya navçeya Qilaban a Şirnexê di necama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk de hatin qetilkirin. Akdenîz bibîr xist ku bi gotina ‘agahiya min pê hebû’ ya serokwezîrê demê ku xwest bi vê gotinê xwe rizgar bike, di vê navberê de ji ber şerê desthilatê hikûmeta heyî kete nava hewldanan hemû sûc bixe stûyê FETO’yê.

Akdenîz wiha got: “Bombeyên ku li ser gelê Roboskiyê hate barandin ne kêmansî bû, ne jî ji rêzê bû. Em baş dizanin ku ev qetlîam weke xelekên zincêrê ji aliyê desthilatê ve tên kirin û rêxistin kirin. Qelîamên li Sûr, Cizîr, Dersim, Mereş, Enqere û Roboskî berpirsê van qetlîaman hikûmet bi xwe ne.

Herî dawî Akdenîz wiha got: “Heta ku her kesên fermana qetlîama Roboskiyê dayî û bê darezandin û hesabê jê bê xwestin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Wê hesabê Roboskiyê bê xwestin, Kurdistan wê ji bo faşîzmê bibe goristan, em ê rêkxistina qetlîaman hilweşînin.”