Rêxistinên civakî yên sivîl: Mirin li girtiyan tê ferzkirin

ÎHD, THÎV, OHD û Baroya Amedê jî di nav de rêxistinên civakî yên sivîl diyar kirin ku mirin li girtiyên nexweş tê ferzkirin.

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER), Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Odeya Bijîşkan a Amedê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) û Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyeke hevpar dan. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û gelek kesên din jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em jiyanê diparêzin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hatibû vekirin.

Daxuyanî ji hêla Endamê Desteya Rêveber a Odeya Bijîşkan a Amedê Mûstafa Yaşa ve hate xwendin. Yaşa, diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan li girtîgehên Tirkiyeyê bi vekirî tên kirin û devera herî zêde binpêkirin lê tên kirin jî girtîgeh in.

Yaşa, anî ziman ku pirsgirêkên weke astengkirina mafê tenduristiyê, dereng derxistina revîrê û dereng sewqkirina nexweşxaneyan, rewşa girtiyên nexweş hîn xerabtir dike û wiha domand: “Ev yek tê binpêkirina mafê jiyanê. Gelek girtî ji ber ku nikarin ji mafê xizmetên tenduristiyê sûd bigirin, di nava demê de rewşa wan girantir dibe. Ji kapasîteya heyî zêdetir girtî li girtîgehan dimînin. Ji ber xwarina kêm, xurekên ne bi tenduristin, hewadariya demkurt û şert û mercên mayînê yên ne bi tendurist, gelek nexweşî di girtiyan de peyda dibin. Tedawîkirina bi kelemçeyê, rêbazekê îşkenceyê ye ku rê li ber tedawîkirina girtiyan digire. Zexta hêzên ewlekariyê û nebûna odeyên miayeneyê yên ne bi mihafezekirî, rê li ber mafê tenduristiyê digire.”

'42 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN'

Bi domdarî Yaşar destnîşan kir ku tevî ku girtî ev demekî dirêje di rojevê de ne jî, bi tu awayî çareserî nehatine pêşxistin û wiha pê de çû: “Girtiyên nexweş hem nikarin ji mafê tenduristiyê sûd bigirin û hem jî nayên berdan. Lewma jî jiyana xwe ji dest didin. Di nava sala 2022’yan de hinek jê girtiyên nexweş, bi giştî 42 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Girtiyekê nexweş jî demekî kin piştî berdanê jiyana xwe ji dest da. Rewşa girtî ya kesekî/ê nayê wateya binpêkirina mafê wan ê tenduristiyê. Li gorî rapora ÎHD’ê; 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Mafê tenduristiyê yê bi sedan girtiyên kal, girtiyên nexweşiyên weke dil û penceşêrê, nexweşiyên kronîk û hwd. pê re hene ku nikarin bi tena serê xwe bijîn tê binpêkirin. ATK ji bo kesên nikarin bi tena serê xwe di girtîgehê de bimînin, biryarên yekalî û dûrî zanistê dide. Lewma jî dema mayîna van girtiyan a di girtîgehê de dirêjtir dibe û nexweşiyên wan girantir dibin.”

'GIRTÎ DI ÇALAKIYÊ DE NE'

Di berdewamê de Yaşa bi lêv kir ku bersiv ji serlêdanên rêxistinên civaka sivîl ên ji bo binpêkirinan nayên dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî binpêkirinan, grevên birçîbûnê jî di nav de girtî gelek çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Amedê di 12’ê îlonê de ji ber redkirina daxwaza paşvedayîna înfaza girtiyên nexweş, şewitandina înfaza girtiyan, her tim guherîna bijîşkên revîrê û nedayîna tedawiyeke baş, di rîngê de birina nexweşxaneyê, sepana cotkelemçeyê û di dema miayeneyê de bi kar anîna kelemçeyê, dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan kiribûn. Çalakiya heyî jî weke çalakiya hişyariyê ragihandibûn. Têkildarî mijarê bi rêxistinên civaka sivîl re ketibûn nava hewldanan.” 

'BILA MEHMET EMÎN OZKAN BÊ BERDAN'

Yaşa, got ku yek ji mînakên herî şênber ên binpêkirina mafên mirovan jî girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan e û wiha pê de çû: “Ev 25 sal in di girtîgehê de ye û nexweşiyên weke hîpertansiyon, toksik guatr, heliyana hestiyan, xerabûna rûvî û gurçikan, zeîfbûn, kerr û korbûn û jibîrkirin pê re heye û gelek caran jî krîza dil derbas kiriye. Saziyên tenduristiyê gelek caran rapor amade kirin ku nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne. Tevî vê yekê Saziya Tipa Edlî derheqê Ozkan de raporên neyînî amade dike û dike ku di girtîgehê de bimîne. Wekî ku di dîmenên li ser çapemenî û medyaya civakî de jî xuya dibe, nikare bimeşe û divê di zûtirin demê de were berdan. Dewlet mecbûr e ku mafê tenduristiyê yê girtiyan bi cih bîne û ev berpirsyariya wê ye.”

Di berdewamê de Yaşa ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên rê li ber encamên xetere vedike ev daxwaz rêz kirin: 

“*Divê pirsgirêkên kronîk ên li girtîgehan bên çareserkirin û tevdîr bên girtin ku girtî bikarin bêkêmanî mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin.

* Hewceye girtiyên nexweş ên di bin “rîska mirinê” de û “her tim nexweşiya wan heye” li gorî raporên nexweşxaneyên bên berdan.

* Ji bo ku cezayê girtiyên nexweş bê paşdexistin, hewceye tekane saziya diyarker Saziya Tipa Edlî nebe.

* Hewceye rayeya dozgerên komarê ya di paşdexistina înfaza girtiyan a ji ber sedemên tenduristiyê bê rakirin û raporên nexweşxaneyan esas bên girtin.

* Divê rêgeza ‘ji bo ewlehiya civakê xetere ye’ ku rê li ber paşdexistina înfaza girtiyan digire ji qanûnê were derxistin.

* Hewceye danezana ku rayeya efûyê ya serokkomar ku bi sedemên tenduristiyê sererast bike were guherandin, ATK ne tenê saziya diyarker be û serokkomar bêyî ku ferq û cudahiyê têxe navbera girtiyan, efûyê derxîne.”

'BERPIRSYAR DEWLET E'

Piştî daxuyaniyê jî Hevberdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî û ev tişt anî ziman: “Tevî ku li gelek deveran malbatên girtiyan çalakiyan li dar dixin jî AKP û Wezareta Edaletê xwe kerr kirine. Eynika demokrasî û azadiya welatekî, girtîgeh in. Lewma jî eynika Tirkiyeyê tarî ye. Ji ber ku her roj xeberên mirinan ji girtîgehan tên. Agahiyên îşkence û nêzikatiya xerab tên. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. ATK li dijî girtiyên nexweş cihêkariyê dike. Ji her mirineke li girtîgehê dewlet berpirsyar e.”