Rêxistina Qirkirinê: Divê hemû kiryarên komkujiya Şengalê bên darizandin

Rêxistina Qirkirinê diyar kir ku divê hemû kiryarên Qirkirina Şengalê bên darizandin.

DAXUYANIYA RÊXISTINA QIRKIRINÊ

Rêxistina Qirkirinê li bajarê Silêmaniyê bi dirûşmeya ‘Ev 10 salin êşên Şengalê nehatine pêçan’ daxuyaniya çapemeniyê da.

Daxuyanî ji aliyê Aras Halîl ve hat xwendin. Aras Halîl wiha got: “Dagirkirina Şengalê bi qirkirina Êzidiyan re destpê kir. Mêrên Êzidî bi awayekî bêrehm hatin qetilkirin, jin û zarok dîl hatin girtin.”

Halîl diyar kir ku divê lêpirsîna der barê Qirkirina Şengalê ji raya giştî re bê parvekirin û hemû hêzên berpirsê parastina gelê Êzidî ku wan bi tenê hiştin û reviyan bên darizandin û Iraq tezmîneta madî û manewî bide gelê Êzidî.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê piştgirî bê dayîn pêvajoya vegera civaka Êzidî ya ji bo axa xwe û alîkariya madî ji bo avakirina malên wan ên hatiye xira kirin, bê dayîn.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Pêwîste gotên komî yên li Şengalê werin tespîtkirin û siyaseta aştî û aramiyê serwer bibe.”