Komeleya Karkerên Mezopotamyayê serdana Mertalên Zindî kirin

Çalakiya mertalên zindî ya ciwanên welatparêz û jinên ciwan ên têkoşer li binarê Qendilê didome. Îro komeleya karkerên Mezopotamyayê serdana çalakiyê kirin û piştgirya xwe anîn ziman.

Li binarê Qendîlê çalakiya mertalên zindî ya ciwanên welatparêz û jinên ciwan ên tekoşer didome. Rêxistina karkerên Mezopotamyayê serdana çalakgeran kirin. Çalakger Rûken Çiya pêşwaziya komeleyêkir û got; “Em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê komkujiyan pêk tîne. Ji bo pêşî vê dagirkeriyê were girtin em di çalakiya mertalên zindî de ne.”

Li ser navê komeleya karkerên Mezopotamyayê jî Îhsan Yeldiz axivî û got; “Di demeke wiha de ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê komkujiyan pêk tîne , çalakiya mertalên zindî biwate ye û em çalakiya we silav dikin û piştgirî didin çalakiyê.”

Yildiz şehîdên komkujiya Kortekê bibîranî û wiha got; “Welatiyên binarê Qendilê bi salane dibin zilm û êrîşên rejîma Baasê de jiyan kirin û niha jî dibin zilma dewleta Tirk de dijÎn. Em bi tundî van êrîşan şermezar dikin. Bêdengiya hikûmeta herêm û İraqê li beramberî vê dagirkeriyê şermezar dikin.”

Li aliyê din çalakgerê rojiya mirinê Merwan Ozdemir jî dinava rêxistinê de cih digirt, axivî û wiha got, “Armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye. Li beramberî dagirkeriyê çalakiya ciwanan gelek biwate ye. Divê hemû gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê wekî ciwanan xwedî helwest bin.”