Rêxistina Efûya Navnetewî: Cezayê îdamê ya li ser du girtiyên jin betal bikin

Rojek piştî ragihandina fermî ya cezayê îdamê ya ji bo du çalakvanên jin ên mafê mirovan li Îranê, du rêxistinên mafên mirov daxwaza betalkirina vê biryarê ji Îranê kirin.

Rêxistina Efûya Navnetewî duh bi daxuyaniyekê biryara cezayên îdamê ya ji bo du çalakên mafê mirovan Zehra Sedîqî û Êlham Çûbdar bi tundî şermezar kir û daxwaza betalkirina lezgîn a vê biryarê kir.

Rêxistinê her wiha hinceta “fesadiya ser rûyê erdê” ya li ser wan her du jinên girtî li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê sexte û çêkirî pênase kir.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê jî duh bi daxuyaniyekê ragihand ku pêvajoya darazê ya Zehra Sedîqî û Êlham Çûbdar ne adilane bûye û cezayê li ser wan hatî ferzkirin li ser esasê îtîrafên bi darê zorê hatine dayîn.

Vê rêxistinê daxwaza betalkirina cezayê îdamê ya her du girtiyên jin kir û bang li civaka navnetewî kir ku li hemberî vê biryara cezayê û pêla zêdebûna rêjeya îdaman a li Îranê bertekê nîşan bidin.