Rewşenbîrên Kerkûkî ji bo dengê 'NA' bang kirin
Ji Kerkûkê, ku dewleta Tirk gefan lê dixwe, bang li gelê Bakurê Kurdistanê hate kirin. Rewşenbîrên Kerkûkê, ji bo pêşî li Erdogan ê dijminê Kurdan bê girtin, banga dayina dengê NA kirin.
Ji Kerkûkê, ku dewleta Tirk gefan lê dixwe, bang li gelê Bakurê Kurdistanê hate kirin. Rewşenbîrên Kerkûkê, ji bo pêşî li Erdogan ê dijminê Kurdan bê girtin, banga dayina dengê NA kirin.
Rewşenbîrên Kerkûkê diyar kirin, dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP’ê tenê qîma xwe bi Bakurê Kurdistanê nayîne, her wiha dixwaza qada dagirkeriya xwe bi Rojava û Başûrê Kurdistanê jî berfireh bike. Rewşenbîran, ji bo pêşî li van gefan bê girtin, bang kirin ku di referandûmê de dengê NA bê dayin.
Rewşenbîrên Kerkûkê bi rêya ANF’ê bang li gelê Bakur kirin. Rewşenbîran diyar kirin AKP a bi serkêşiya Erdogan tenê ne dijminê Kurdên bakur e, her wiha dijminê hemû Kurdan. Rewşenbîran ragihandin, ku dixwazin temenê dewleta Tirk bi rêveberiya zilamakî dirêj bikin û bal kişandin ser girîngiya tercîha 'NA'yê ya di referandûma 16’ê Nîsanê de.
STAR PAŞA: TEQEZ DIVÊ 'NA' WERE GOTIN
Star Paşa diyar kir, referadûm wê çarenûsê biguherîne û got teqez, divê Kurd bibêjin, NA. Ji ber ku Erdogan li her deverê êrîşê bi ser Kurdan de tîne, demokrasiya heyî ya kêm jî ji holê radike, dest li mafê herî meşrû yên însanî jî datîne û wiha got: "Eger di referandûmê de dengê 'Erê' bi ser bikeve, hem ji demokrasiya Tirkiyeyê û hem jî ji bo siberoja hemû Kurdan wê pir taloke be. Ji bo bakurê Kurdistanê ev taloke wê mezintir bibe. Çareseriya pirsa Kurd wê neyê rojevê."
MIHEMED SEÎD KERÎM: BI 'NA'YÊ EM TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN'
Mihemed Seîd Kerîm jî got li ber Kurdên Bakur fersendek heye û xwest ku ev fersend teqez divê di sûda Kurdan de were bikaranîn. Kerîm diyar kir ku Erdogan û hişmendiya ku ew temsîl dike ne dostê gelê Kurdistanê lê dijminê hebûna gelê Kurd e û wiha domand: "Hemû rêbazên têkoşînê yên Kurdan ên ji bo welat û gelê xwe rewa ye û biheq e. Hin kes dikarin têkoşîna çekdar nedin, siyaseta çalak nekin lê dikarin dengê xwe bidin. Bi kêmanî em vê delîveyê bi kar bînin, bi dengê xwe yê 'NA' em li dijî wê sîstemê ku Erdogan dixwaze bîne rawestin. Ez bang li hemû Kurdên bakur dikim ku li xwe bifikirin hem jî li parçeyên din ên Kurdistanê ku gef li ser wan heye bifikirin."
SEYFEDÎN SABIR: ERDOGAN DIVÊ HÊZA KURDAN BIBÎNE
Seyfedîn Sabir jî anî ziman, ku ev referandûm ji bo Kurdên Bakur fersendek e û wiha got: "’Di vê serdemê de divê em hemû rêbazên demokratîk li dijî vê sîstema faşîst bi kar bînin’’ û bal kişande ser dagirkeriya ku xwe dispêrê dijminatiya li Kurdan. Sabir wiha got: ‘’ Erdogan tenê Kurdên bakur naçewisîne, di heman demê de Başûrê Kurdistanê jî dagir kiriye. Kurdên bakur divê di vê referandûmê den nîşanî hemû dinyayê bidin ku ew li dijî Erdogan û sîstema wî ne û dengê ‘na’yê bidin."
Sabir diyar kir, divê Kurdên Başûr, Rojava û li deverên din jî dixebitin bi dengê 'NA' bersiveke zelal bidin Erdogan.