Rewşenbîrên Kerkûkê: Ewlehiya neteweyî ya gelê Kurd di metirsiyê de ye

Rewşenbîrên bajarê Kerkûkê destnîşan kirin ku ji ber êrişên dagrikeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ewlehiya Kurdan di metrisiyê de ye û banga avakirina eniyeke yekgirtî li dijî dagirkeriyê li partiyên Başûrê kirin.

Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê kesayetiyên rewşenbîr ji partiyên Kurdistanî dixwazin ku li hemberî komploya metirsîdar a Tirkiyê hişyar bin û bi taybetî hişyariyê didin ku ewlehiya niştîmanî ya Kurd di bin metirsiyê de ye.

‘KURD NEÇAR KIRIN KU ÇEK HILGIRE’

Nivîskar û Rewşenbîr Adil Omer têkildarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê got, “Kurdbûn timî zehmet bûye, tevî ku Kurd dixwaze bi rengekî azad li ser xaka xwe bijî û êrişê ti aliyekê nekirî û çav bernedaye xaka tu kesî jî lê Kurd neçar kirin ku çek hilgire. Em dizanin ku şer tenê dibe sedemê malwêraniyê. Li gorî sewqiyata leşkerî ya Tirkiye li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêkaniye, niha qadeke mezin ji xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê we hatiye dagirkirin û gelek gund hatine valakirin û xwezaya Kurdistanê ji ber êrişên Tirkiyê têk çûye. Cihê matmayînê ye ku niha Tirkiye li ber çavê hemû partiyên Kurdistanî bêyî ku ji ti yasayeke navnetewî bitirse hatiye û beşeke mezin ji xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û li dijî Kurd şer dike.”

‘ZENGILA HERÎ METIRSÎDAR E LI SER EWLEHIYA NETEWEYÎ YA KURD’

Omer her wiha destnîşan kir ku gelê Kurd gelekî aştîxwaze lê dijmin rê nadin ku Kurd bi aştî bijîn û wiha pêde çû, “Dijminên Kurd bi agir û hesin nêzîkê gelê Kurd dibin, ya Kurd dike ne êrişe belku parastin e. Mixabin welatên hegemonîk û ew welatên ku banga aştî û mafê mirov û bihevre jiyanê dikin, li hemberî êrişên li dijî Kurdan bê helwestin. Pêwîste hemû partiyên Kurdistanî di yek eniyê de bin. Di wan çend deh salên bihorî de ku dijmin di nava dijbertî û hewldana tunekirina Kurd de ne, niha ev yek zengila herî metirsîdar e li ser ewlehiya netewî ya Kurd.”

EMERÎKA Û RÛSYA PIŞTGIRIYÊ DIDIN ÊRIŞÊN TIRKIYÊ

Nivîskar û Rewşenbîr Adil Omer di beşek a nirxandinên xwe de bal kişande ser piştgiriya ku ji vê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re tê dayin û wiha axaftina xwe domand; “Ew karesata ku bi ser gelê me yê Êzidî li Şengalê hat, li Şengalê civakek rastî komkujiyê hat, lê ti aliyek hestê wê nekete tevgerê. Kurdên Êzidî tenê ji ber ku Kurdin, bi hêceta ku ne Misilmanin rastî komkujiyê hatin. Li gel me Kurdan û hemû bîr û baweriyan xak tişta herî pîroz e, ev xaka me jî timî ji aliyê dijminên Kurdan ve rastî êrişan tê. Êrişa vê carê ya Tirkiyê bi piştgiriya Emerîka û Rûsya tê pêkanîn.”

‘ZERERMENDÊ YEKEMÎN WÊ GELÊ KURD BE’

Omer di dewamê de îşaret bi komploya dewleta Tirkiyê kir û got, “Niha dewleta Tirk bi armanca ku partiyên Kurdistanî li dijî hevûdu şer bikin, komployeke pir metirsîdar birêve dibe. Ji bo wê jî pêwîste partiyên Kurdistanî di vê qonaxa hestiyar de pir hişyar bin. Eger planê Tirkiyê ser bikeve şer di navbera partiyên Kurdistanî de derbikeve, vê çaxê zeremendê yekemîn wê gelê Kurd be.”

‘TIRKIYE HEWL DA KU BIHEVRE JIYANA LI KERKÛKÊ TÊK BIDE’

Rewşenbîrê Kerkûkî Adil Omer têkildarê hewldanên Tirkiyê yên ji bo têkdana bihevre jiyana di navbera pêkhateyên li bajarê Kerkûkê anî ziman; “Tirkiye timî hewl daye ku di navbera Kurd û Tirkmenên li Kerkûkê dijminatiyeke nijadperestî çêbike. Dewleta Tirk a faşîst bi rengekî pir bê rûmet hewl daye ku bihevre jiyana di navbera pêkhateyên li bajarê Kerkûkê têkbidin, lê serkeftî nebûn.”

‘EM Ê STATUYA HERÊMA KURDISTANÊ JI DEST BIDIN’

Di dawiyê de Rewşenbîr û Nivîskar Adil Omer wiha behsa asta metirsiya dagirkeriya Tirkiyê ya li ser gelê Kurd kir, “Ez weke hemû Kurdeke Kerkûkê şanaziyê bi Kurdbûna xwe û dîroka netewa xwe dikim. Ji partiyên Kurdistanî dixwazim ku nekevin bin bandora komploya dewleta Tirk, ji ber ku eger komploya Tirkiyê bi ser bikeve emê ev statuya Herêma Kurdistanê ji dest bidin. Niha jî bi sedan gundên Başûrê Kurdistanê ji ber êrişên Tirkiyê hatine valakirin. Ew komploya Tirkiyê metirsiyeke li ser ewlehiya niştîmanî ya gelê Kurd.”

‘DEWLETA TIRK AŞTIYÊ NAXWAZE’

Rewşenbîr Mamosta Mihemed Kerkûkî jî di destpêka axaftina xwe de têkildarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Başûrê Kuridstanê ragihand; “Sewqiyata leşkerî û êrişên dagirkeriyê nabe sedemê çareseriya doza Kurd, tenê bi gotûbêjkirinê pirsgirêk dikarin bên çareserkirin. Lê dewleta Tirkiyê aştiyê naxwaze, çendîn car PKK bi awayeke yekalî agirbest ragihandiye, lê Tirkiye pêve girêdayî nemaye. Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Pêwîste gelê Iraqê li hemberî êrişên Tirkiyê xwedî helwest bin û zextê li Tirkiyê bikin.”

‘PÊWÎSTE PARTIYÊN KURDISTANÎ BI YEKRÊZÎ LI DIJÎ TIRKIYEYÊ BISEKININ'

Kerkûkî îşaret bi plana Tirkiyê ya dagirkirina Kerkûk û Mûslilê kir û got; “Rayedar û berpirsên hikumeta Tirkiyê ne veşartine û di çend merasîmên fermî de behsa wegerandina Mûsil û Kerkûkê li ser dewleta Osmanî ya nû kirine. Mixabin ku partiyên Kurdistanî li hemberî dagirkeriyên dewleta Tirk yek helwest nînin. Pêwîste partiyên Kurdistanî bi yekrêzî li dijî Tirkiyê bisekinin û rê li dagirkeriyên wê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bigirin.”

Rewşenbîr Mamosta Mihemed Kerkûkî di dawiyê de weke rewşenbîr helwesta xwe anî ziman; “Helwesta min weke helwesta hemû takê Kurde ku wan êrişan napejirîne û şermezar dike. Ji ber ku encama wan êrişane dibe sedemê têkdana xak û jîngeh û bihevre jiyana pêkhateyan. Ew êrişên dagirkeriyê wê bandoreke xirab li ser doza rewa ya gelê Kurd çêbike û li ser ewlehiya niştîmanî ya Kurd û yekparetiya xaka Kurdistanê metirsî ye.”