Rewşen Mardîn: Hêza ku wê pêşî li komkujiya Şengalê bigire, jin e

Mardîn diyar kir, ji bo komkujiyên li ser civaka Êzidî neyên dubarekirin, di vê Şengal xweser be û Êzidî karibin parastina xwe bi xwe bikin. Mardîn destnîşan kir, yên ku li Şengalê pêşî li komkujiyê bigirin, jin in.

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Rewşen Mardîn di sêyemîn salvegera fermana Şengalê de ji ajansa me re axivî û got, "Di serî de ew zîhniyeta ku para xwe ji mirovatiyê negirtiye şermezar dikim. DAIŞ’ê û hêzên ku alîkariya wê kirine şermezar dikim. Gelê me yê Êzîdi 3 sal berê fermaneke mezin li ser wan rabû. Çawa 73 ferman bi serê gelê Êzîdî de anîn, xwestin bi vê qirkirina dawî re vê temam bikin. Ez bawerim gelê me yê Êzîdî dîtin dema ku hebûna xwe ava nekin, xwe birêxistin nekin, xweseriya xwe ava nekin û parastina xwe bixwe nekin wê her dem bi xeteriyên bi vî rengî re rû bi rû bibin.”

Rewşen Mardîn da zanîn  yên ku dixwazin gelê Şengalê biparêzin divê vêya li Şengalê bikin ne li derve û wiha pê de çû: “ Ji bo vê îro gelek hêz qaşo  ji bo ku alîkarî bi gelê Şengal bikin dirêj destê xwe dirêj dikin, yên weke dewletên Alman jin û gelê Êzîdî ji bo parastinê birin. Careke dî li Tirkiyê bi navê parastinê  kampên Êzîdi ava kirin. Lê divê gelê me vê bizanibe ku ji bo gelê Êzîdî ji Şengalê qut bikin û wan ji dîroka wan qut bikin vê nêzîkatiyê nîşan didin. Ger bi rastî dixwazin bibin alîkar divê gelê Êzîdi li ser axa xwe bin û li Şengal bên parastin.” 

‘FIROTINA JINÊN ÊZÎDÎ ŞERMA HEMÛ MIROVAHIYÊ YE’

Mardîn diyar kir ku li bazaran firotina jinên Şengalê ji bo hemû cîhanê şerma mirovatiyê ye û bal kişande ser avabûna YJŞ. Her wiha Mardîn girîngiya xwe êveberirina Şengalê wiha anî ziman: “YJŞ li Şengalê xwe di nava şer de birêxistin kir û mezin bû. Îro ji bo ku jinên Êzidi ji destê DAIŞ’ê were rizgar kirin YJŞ li Reqayê şer dike, ev pir watedar e. Jinên di bin siya pergala dagirker, baviksalar û vîna jin nas nake de divê hêza YJŞ’ê weke hêz û îradeya xwe bibîne divê tê de cih bigrin. Encex bi vî awayî  dikarin xwe ji qirkirin û qetlîaman rizgar bikin. Tola mezin çi ye? Tola mezin ew e ku tu xwe birêxistin bikî, hebûna xwe ava bikî. Bi taybet li Şengalê bi avakirina pergala xwerêveberirinê tu dikarî tola xwe bigrî. Ger tu yekîtî û hebûna xwe ava bikî tu yê tola xwe werbigre û wê ev ji bo zihniyeta qetlîmanker bibe bersiv. Pêwîst e, em wate bidin rêxistinbûna xwe. Ger îro gelê Êzîdî li Şengalê meclîsa xwe, hêzên xwe ya parastinê ava dikin û xaka xwe diparêzin ev bersiva herî mezin e. Divê li ser hêza xwe ya cewherî pergala xwe ava bikin ne ku di bin parastin û teminata kesekî din de bin. Di fermanê de peşmerge jî hebûn û hêzên cuda yên leşkerî jî hebûn lê nikarîbûn qetlîmê bisekînandina. Niha hê jî bi hezaran jinên Êzîdi di destê DAIŞ’ê de weke koleyan tên firotin. Di sedsala 21. de ger hê jî jin li bazaran tên firotin ev şerma mirovatiyê ye. Divê em hay ji vê hebin ev zîhniyeta qirkirinê ye.”

‘BI FELSEFE Û ÎDEOLOJIYEKÊ ÊZÎDÎ JI QIRKIRINÊ XILAS BÛN’

Mardîn balkişand ser xwerêveberiya Şengalê û diyar kir ku ev yek encex bi pêşengtiya jinê dikare bê saz kirin û wiha axivî: “Gelê Êzîdî xwedan dîrokeke resen e. Ji bo vê dîrokê tune bikin ewqas êrîş li ser hene û dijminê xwe zêde ne. Ji bo vê divê em hebûn, dîrok, nasname û vîna xwe biparêzin. Di milê leşkerî, meclis, komîn û di her milî de divê em xwe rêxistin bikin. Niha hemû cîhan qebûl dike ku li Şengalê qetlîam û qirkirin pêk hat. Yên gelê Êzîdî ji qetlîmeke mezin rizgarkirin bi îdeolojî û felsefeyekê rizgar kirin. Ew birdozî û felsefe divê bibe pergala jiyanê. Ev jî encex bi pêşengtiya jinê ve dikare saz bibe.” 

‘HEBÛNA YJŞ’Ê YA LI REQA SERBILINDÎ YE’

Mardîn da zanîn ku tevlîbûna YJŞ a li rizgarkirina Reqayê serbilindî ye û wiha got: “Ger îro hêzên YJŞ weke jinên Êzîdî li Reqayê têdikoşin û Reqa rizgar dikin ev serbilindî ye û xwedan wateyeke mezin e. Navenda firotina jinên Êzîdî û paytexta DAIŞ’ê Reqa bû, lê îro jinên Êzîdî wî bajarî rizgar dikin û xwe digihînin jinên di destê DAIŞ’ê de û wan rizgar dikin. Niha hewldana yekitiya jinen Kurd heye divê em vîna xwe bi awayekî xurt nîşan bidin. Niha yekitiya Kurdan di rojevê de ye yên ji vê re pêşengtî bikin jî jinên Kurd in.” 

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Rewşen Mardîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yê ku dikare qetlîamê pûç bike hêza jinê bixwe ye. Îro sekin û helwesta jinên Şengalê vê baweriyê dide. Ez careke dî zîhniyeta qetlîam kiriye şermezar dikim. Em di wê baweriyê de ne temenê vê zîhniyetê kurt e û wê têk biçe.”