Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan, Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrg Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dîlgirtî ye, 61 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Gelek pirsgirêkên tenduristiyê li Guven der bûne; tansiyona wê dikeve, mehdê wê dixele, bê hal bûye, serêşî pê re çêbûye, kram dikeve mehdê wê, ronahî û deng gelekî bandorê lê dike.
Van 10 rojên dawî 3 caran karîbû parêzerên xwe bibîne, ku her hevdîtin jî gelekî kurt bûn.
Guven, 4 roj in ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare bê dîtina parêzeran.