Rewşa girtiyê nexweş ne baş e: Keça wî li ber girtîgehê di çalakiyê de ye

Rewşa girtiyê nexweş ê bi pênceşêrê ketiye yê bi navê Ahmet Bayar krîtîk e. Malbata wî ji bo tehliyebûna wî, li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D’yê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir.

Tendirustiya girtiyê bi navê Ahmet Bayar ne baş e. Malbata wî ya ku ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Tîpa D’yê ya Amedê diyar kirin ku Bayar nikare biaxive û ew nas nekirine. Malbata wî xwestin ku Bayar tehliye bibe û ji bo protestokirina vê rewşê li ber girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin.

‘EM NAS NEKIR…’

Xuşka wî Melîha Baykara diyar kir Bayar nikare bi telefonê biaxive û 5 roj in nikare tiştekî bixwe û got, “Di hevdîtinê de 2 xuşkên wî, hevjîna wî û keça wî jî hebû. Em nas nekir. Em dixwazin ku wî serbest berdin. Qet nebe bila rojên xwe yên dawîn li malê derbas bike.”

‘NIKARE PÊDIVIYÊN XWE BI CIH BÎNE’

Selma Bayar jî diyar kir ku bavê wê ji 31’ê Adarê ve girtî ye û 2 sal in jî tedawiya penceşêrê dibîne û got, “Di girtîgehê de bavê min nikare, pêdiviyên xwe bi cih bîne. Nikare tiştekî bixwe û vexwe. Me nas nake. Ji ber êşên xwe nikare bisekine. Bifikirin ku bavek nikare keça xwe nas bike, lê hê jî di girtîgehê de ye.”

Bayar diyar kir ku li gorî tetkîkan rapora bavê wê ji sedî 85 derketiye û Saziya Tiba Edlî gotiye “nikare di girtîgehê de bimîne” jî wî serbest bernadin û got, “Di van şertan de bavê min nikare di girtîgehê de bimîne. Ez dest bi greva birçîbûnê dikim. Ez dixwazim her kes piştgiriya min bike. Heta ku bavê min were berdan, ez ê dev ji vê çalakiya xwe bernedim.”