Rewşa dawî ya Kirmanşanê: 372 mirî, 6 hezar birîndar

Li Kirmanşanê hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 372 kesî. Zêdeyî 6 hezar kes jî birîndar in.

Bîlançoya erdheja bi şîdeta 7.3 pileyî ku duh êvarê saet di 21:18'an de li eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê û eyaleta Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê rû da, kêlî bi kêlî giran dibe.

Li Kirmanşan û navçeyên wê, hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 372 kesî. Zêdeyî 6 hezar kes jî birîndar in. Ji ber ku Kirmanşan cihekî çiyayî ye, agahî ji gelek gundên wê nayê girtin. Bi taybetî agahî ji gelek gundên Dalahoyê nayê girtin.

Maseya krîzê ya erdhejê ya li Kirmanşanê ragihand ku hejmara miriyan 363 ye û li gorî bajaran ev agahî da:

Serpol Zahab: 240

Dalaho: 14

Kirmanşan: 14

Selasî Bewecanî: 15

Îslamadî Xerb: 22

Qesrî Şîrîn: 28

Ciwanro: 30