Rewşa Awarte ya li Wanê 3 sal in dewam dike!

Li Wanê ji ber qedexeyên Rewşa Awarte ku hezar û 130 roj in dewam dikin, zext zêde bûne. Her kolan û taxa Wanê bi wesayitên polîsan û yên zirxî hatine girtin. Zext û zordarî li gel tê kirin.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê zêdeyî 3 sal in li Wanê çalakî û xwepêşandanên bi her rengî qedexe kiriye. Ev qedexeyên ku li Wanê bi rêk û pêk tên ragihand her 15 rojan carekê dema wan tê dirêjkirin. Qedexeya ku di 21'ê Mijdara 2016'an de dest pê kir hezar 130 roj in bi rêk û pêk dewam dike. Tevî qedexeya çalakî û xwepêşandanan salên dawî li bajêr binpêkirina mafên mirovan jî zêde bû. Li gorî daneyên Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji sala 2016'an heta dawiya Kanûna 2019'an li Wanê 24 hezar û 500 carî mafên mirovan hatin binpêkirin.

Di nava 4 salên dawî de bi giştî 2 hezar û 100 carî avêtin ser malan, 2 hezar û 900 kes hatin binçavkirin û 635 ji wan jî hatin girtin. Li Wanê ku zext, binçavkirin û girtin lê kêm nabe, hema bêjin her kolan û tax ji aliyê polîsan ve hatine girtin. Kolanên Maraş, Cûmhûriyet, Kazim Karabekîr, Sihke û Îskele ku ji kolanên herî qelebalix ên bajêr in, her tim bi wesayitên zirxî girtî ne.

JIYAN Û MALÊN MIROVAN ÊDÎ NE EWLE NE

Ji ber Rewşa Awarte li Wanê jiyan û malên mirovan êdî ewle nînin. Welê li dikandaran hatiye ku nikaribin kar bikin. Piştî ku di 19'ê Tebaxa 2019'an de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP'î hate desteserkirin, zextên li dijî dikandarên Wanê jî zêde bûn. Herêmên Hunerê, Çand, Şemşiye ên li navenda Wanê ku gel bi giranî serdana wan dikin, timî dibin hedefa serdegirtina polîsan.

Gelek karsaz tên binçavkirin, qadên kar tên girtin û dikandar jî dibin hedefa tundiya polîsan. AKP ku di her hilbijartinê de li Wanê têk diçe, tola xwe ji gel û dikandaran hiltîne. Gel jî destnîşan dike ku li gel zext û zordariyê wê serê xwe li ber AKP'ê netewîne.