Rêwiyên bê rawestgeh -5

Ev heskirin wisa ye ku dil û ruh li hember wê heskirinê di malzaroka xwe de nikare bisekine. Belê ew in rêwiyên bê rawestgeh ên ku ji bo heskirinek bê dawî dilê xwe dixin nava kefa destê xwe û gav bi gav digerin bêyî ku li ti astengiyan bialiqe.

We qet mirovên ku di nava çavên xwe de jiyana ku dixwazin bafirînin û avabikin dîtiye? Jiyanek wisa ku tevahî bedewiyê û xweşiyê xwe gihandiye kamilbûyînê. Ev kamilbûyîn hest, raman, ruh û aqlê civakbûyînê ye. Jiyanek ji tevahî sextekarî û derewan dûr. Aqilek wisa ku hêza civakbûyînê û heskirina mirovahiyê bi rêya çavên xwe de belav dike. Yên ku wê jiyanê nizanin dijîn, fêm nekin, hîs nekin û bi tevahî bedena xwe de hîs nekin di nava wê de difetisin. Ya rast min ew çav dîtin, ketim nava wan çavan, di jiyana wan de bi wan re jiyam, lê cardin jî nikarim bi hevokên xwe re pênase bikim.

We kêliyên ku gotin û peyv li hember heskirina ku tê jiyin qerisiye jiyane? Ya jî we şahidî ji wê kêliyê re kiriye? Ya rast tu heskirin weke heskirina gerîlayên PKK'ê ya ji jiyanê nîne. Ji ber nava di wê de, rastî, heskirina welat, manewiyet û cewhereke hûndirîn heye. Ango pêjna ku bi heqîqetê re dibe yek û xwe digihîne cewherê mirovan. Ya rast çi bû ev heskirin… Gelek cara ne aqil ne jî dilê kesê nikariyê vê heskirinê penase bike. Tenê ew kes dikarin pênase bikin, ku vê ji dil dijîn. Heskirinekê bê nav e, bê gotin e, bê peyv e, tenê mirov dijî di kûrahiya dilê xwe de. 

Ev heskirin wisa ye ku dil û ruh li hember wê heskirinê di malzaroka xwe de nikare bisekine. Belê ew in rêwiyên bê rawestgeh ên ku ji bo heskirinek bê dawî dilê xwe dixin nava kefa destê xwe de û gav bi gav digerin bê ku ti astengiyan nas bikin. Di her gav avetinekê wan de heskirina xwe mezin dikin. Gava li nava çavên hev meyze dikin, wê kêliyê peyv lal û ker dibe. Pêwîstî bi bilêvkirinê namîne. Gava ji hev re dibêjin heval di wê kêliyê de gerdûn disekine û li wî dengî guhdarî dike. Ew dengê ku heskirin xwe di nava wê de dibîne, tevahî hestên ku hatine winda kirin û ji bîr kirin xwe nava wê dengê û nava wê peyvê de dibînin. Gelo we qet şahidiyê ji ew kêliya ku ji heskirin û ji rêzdayîna li hember hev peyv winda bûne û di cih de cemidîne kiriye? Min şahidî ji wê kêliyê re kir. Ew kêliya ku ji rêwiyên bê rawestgeh ji bo jiyanek azad, wekhev û heqîqetê bi hev re ketin rê, di vê rêyê de hev naskirin, li ser bingehek rast bi hev re hevaltiyekê ku qet ne hatiye dîtin û ne hatiye jiyîn, dijîn. Ji bo wan heskirin û rêzdayîna hev dû peyv qet pêwîst nake, ji ber çavê wan dibe zimanê tevahî peyv û hevokan. 

Di rêwitiya me de em li yekîneyeke gerîla rast hatin ku amadekarî ji çalakiyekê re dikirin. Bêguman me ne dizanî, lê rasthatinek gelek baş bû. Hirs û kîna ku li hember dagirkeriyê û desthilatdariyê dijiyan dihişt ku di wan de hêrsê tol girtinê mezin û bi hêz bibe. Di her gotin û di her peyvekê wan de ji derveyê peyva 'Tolhildanê' û 'Serketin'ê ti gotin nîn bû. Gerîla ewqasî bi coş û kelecan bûn ku, mirov jî li hember ew coşa wan di kete nava kelecanê de. Ya rast enerjiyek gelek pozîtîf li derdorê xwe belav dikirin. 

Her yek karekê dikir, ango bi awayekî kolektîf bi hev re kar dikirin. Yên ku di ber karên xwe re stran digotin, yên ku serpêhatiyên xwe ya jî bîranînên xwe yên xweş bi hev re parve dikirin. Dîmenên gelek bi reng bû, ji xwe jiyana wan ahenga renga û dewlemendiya pir alî bû. Ya din jî gelek balkêşiya xwe jî hebû, weke gerîlayên ku gava çekên xwe paqij dikin, çawa bi çekên xwe re qise dikin dîtin. Wekî din kesên ku ji rextên xwe re digotin, xemla bejin û bala min jî dîtin û guhdarî gotinên wan jî kir. Belê rêwiyên azadiyê kêlî bi kêlî xwe digihînin gelek bedewiyên bê hempa. Ji bo wê yekê ye ku jiyan û kesayetiya wan jî bê hempane. Gava mirov di nava wan de dijîn weke ku mirov cihê xwe di cîhanekê din de digre. Ya rast wisa ye jî. Lê min di vê rêwitiya xwe de cardin dît ku, mirovên ku ezîzê ber dilê dayîka xwe ne, dibin dildarê welatê xwe jî. Gelek gotin di dilê min de derbas bû, lê gotinekê ez dixwazim bi lêv bikim, 'gelo çima ev rêwiyên bê rawestgeh ewqasî bedew in, bedewiya xwe ji çi digrin? Erê bersiva pirsa xwe jî min bi xwe da. Ji ber di aliyê ruh, manewiyet, fikir û jiyanê de pakbûyînê dijîn. Ev pakbûyîna wan a hûndirin li ser fizîka wan jî bandoriya xwe dide çêkirin."

Gava gerîla xwe amade dikirin di wê navberê de pirsên min û nîqaşên me bi hin gerîlayan re jî çê dibû. Gerîlayekê bi navê Şervan hebû, di cihê xwe de nedisekinî, ewqasî enerjîk bû. Di çavên wê de ew kesên ku ji nû de jiyanê û xweşiya jiyanê dihesin bi awayekê gelek eşkere derdiket. Jiyan ji bo wê ji nû de weke rojê hildida. Ji xwe gerîla Şervan jî bi xwe di nava gotinên xwe de dida diyar kirin ku; "ji bo min beriya PKK’ê û piştê PKK’ê heye." Wekî din gerîlaya bi navê Delîla hebû, gelek rûken bû. Her tim kenekê hevrişîmî xwe li ser rûyê wê dida der. Gava ew dikeniya tevahî hevalên wê jî pêre dikeniya. Ya rast bejnek li ser bû, ez bawerim şitla rihanê li hember bejna gerîla Delîla ne tutiştek bû, ewqasî bejnekê bedew lê bû. Mirov digot weke ku wênesaz bi rêya pênûsa xwe li gor dilê xwe gerîla Delîla xîz kiribû. Dilê wê weke baskê ew çûkên ku nû fêrî firdayînê dibin lez bi lez lê dida. Bedewiya wê di hişê me de xwe cih kiribû. Delîla weke welatê xwe bû, ango Delîla dibû Kurdistan, Kurdistan di bû Delîla…

Erê her tişt ji nû ve gav bi gav di ruhê min û hişê min de aj dide. Di her kesê de û di her cihekê de xwe dibînim. Ev amedekariyên gerîlayan ji bo me rasthatinek gelek bi wate û baş bû. Belê, bi rasthatinekê din a gerîlayan re em dibêjin, bi ruhê rêwiyên bê rawestgeh re bijîn.